Zextên leşkeran ên li ser girtiyan berdewam dikin. Pêkanînên li dijî girtiyan ên li nexweşxaneyan jî her ku diçin zêde dibin. Girtiyê Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê Hasan Kelep, di 17'ê tebaxê de ji bo nexweşiya xwe sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê hate kirin. Hasan Keleş, piştî derxistin poliklinikê, leşkeran xwest li nexweşxaneyê kelepçeya duyemîn li destê wî bixin. Lê ji ber ku Keleş kelepçeya duyemîn red kir, rastî, piştî ku vegeriya girtîgehê ji aliyê 15 leşkeran ve rastî lêdanê hat. Keleş, piştî rastî lêdana leşkeran hat, di ziyareta bi xwişka xwe ya Antalyayê Rojin Keleş re serpêhatiyên xwe vegot. Xwişka Keleş Rojîn Keleş diyar kir ku birayê wê Hasan Keleş anîye ziman ku rastî pêkanînên hovane û şikandina rûmetê tên. Keleş, da zanîn ku ji ber birayê wê kelepçeya duyemîn red kir, li girtîgehê rastî lêdana heşkeran hat. Keleş, da zanîn ku birayê wê diyar kiriye ku li ser serê wî 2 çawîşên pispor hebûn û 15 leşkeran li girtîgehê li wî daye. Rojîn Keleş, anî ziman ku leşkeran bi saetan bi pêhnan li erdê li birayê wî Hasan Keleş daye û wiha axivî: "Dema birayê min şandin nexweşxaneyê li gel 5-6 leşker li tenişta wî hebûn jî dîsa xwestin kelepçeyek din li destê wî bixin. Ji ber ku birayê min ev yek red kir li girtîgehê dîsa rastî lêdanê hat. 15 leşkeran bi pêhnan li erdê li birayê min xistin. Dema min ew dît hêj mil û piyê wî bi birîn bûn.
Rojîn Keleş, destnîşan kir ku birayê wê li girtîgehê di bin tundiya derûnî de dijî. Rojin Keleş, bibîrxist ku piştî birayê wê rastî lêdanê hat, xwest li nexweşxaneyê rapora lêdanê bigire, lê bi awayekî keyfî hate astengkirin. Keleş, da zanîn ku birayê wê serî li dozgeriyê daye û ew jî dê serî li dozgerî û komeleya mafên mirovan bidin. Rayedarên girtîgehê jî diyar kirin ku ew nikarin der barê mijarê de agahî bidin û der barê mijarê de serî li dozgriyê hatiye dayîn.
DÎHA/DENÎZLÎ