Yeko ARDIL
Kesên sibehê zû di ber komeleya Kurd a Berlînê ango NAVDEM ê re derbas dibûn, dîtin ku mifrezeyek kesên bi rûpoş û nixûmandî bi ser komeleyê ve girtine. Welatparêz ji riya xwe vegeriyan û xwestin ji bûyerê fahm bikin, ka çi diqewime? Lewre derî, derve yê komeleyê, cam çarçoveyên wê parî parî kiribûn, li erdê hûrikên caman û perçeyên derîyî belavela bibûn.
Yên bi ser de girtibûn, bi lez rê girtin û nehiştin kes nêz bibe: Em polis in, niha opreasyon heye!
Bawerê ku xwe ji roja din, ji bo pîrozkirina 90 saliya şoreşgerê mezin Ernesto Che Guawara amade dikir, li rewşa kesên serdegirtî û komeleyê nêrî. Di hişê wî de, gotina eşkiya hate der û ket pey wê têgihiê. Eşkiya çi ye? Peyv ji zimanê Erebî dihê. Koka wê şakî ye. Eşkiya pirhejmariya wê pêk dihîne. Bi Kurdî keleş, rêbir, şelandvan, nijdevan û muxlacî jî dihête gotin. Niha çi têkilî bi fermandar Che, polîsên serdegirtî û eşkiyatiyê heye? Di serê xwe de bir anî xwest encameke jê derxîne. Yekser gotina yek ji rayedarên Tirk ku gotibû: Ciwanên me dikevine pey Che yê eşkiya! Hat bîra wî.
Rast e, Che serî hildabû, derketibû çiyan, li dijî neheqiyeke mezin şer jî kiribû. Lê mafê serî rakirinê û liberxwedana li dijî zulmê rê nedida ku mirov ji Che re bêje; keleş an jî eşkiya. Wî ji bo gelan jiyana xwe ya ku dikaribû di nav xweşî û dilşadiyê de derbas bibe, feda kiribû. Eger nehatiba qetilkrin û sax bûya, niha kalekî porspî yê piştxûz wê li ser gopalan bûya. Lê ew di bîr û hişê mirovahiyê de hîç kal nabe, ew tim bi cigare û qelûna xwe û bi tufenga xwe ve ji bindest û hejaran re bibe feyza têkoşînê.
Bawer vêca li ser têgiha polîs rawestiya. Polîs çi ye? Ev peyv ji ku dihê, kar û peywîra wê çi ye? Peyva polis jî ji zimanê Yûnanî dihê. Li Yûnana kevin ji bo bajaran dihat bikaranîn. Kengê û çawa ji bo nobedar û notirvanên bajaran hatiye veguheztin, nayê zanîn. Lê di rastiyê de wezîfedarên ku parastina mal û jiyana raya giştî ango ya gel dikin in. Li gelek deveran polîs wek parastvanê maldaran, wek notirvanên serdestan dihête dîtin. Lê hin kes û alî jî polîsan wek ewlehiya jiyana xwe dibînin. Dibêjin: eger ne ji wan de, bihêlin derketina kolanan, mirov nema dikare di malên xwe de jî bijî. Lê ji bo Bawer û gelê wî polîs û polîstî sembola dagirkeran bû. Di destê wan de cop, di bin wan de panzerên Elmanî û tim bi ser gel de digirtin. Êşkenceya herî dijwar û dijmirovî wan dikir, bi barbariyên nedîtî mirovan dikuştin.
Baş e, ev der Elmanya ye, polîsê Elman çi ji Kurdan dixwaze? Di wê navberê de polîsan bi zembîlan pirtûk û kerese ji komeleyê barkirin û çûn. Deriyê komeleyê yê rûxandî jî vekirî ma. Bawer û hevalên xwe ketin hundir. Tevahiya derî û pencereyên girtî yên ode û salonan rûxandibûn. Nav komelê wek qada cengê lê hatibû. Ev çi kîn û neftet e? Ev çi barbarî ye?
Deriyê odeya xebatê ya zarokan jî parçekiri bû. Li wir bi qasî pêncî zarokan perwerdeya muzîkê û zimanê Kurdî didîtin. Salona kursa govendê ya ciwanan jî rûxandibûn, li wir jî bi dehan keç û xortî fêrî govend û reqsê dibûn. Deriyê Meclîsa Jinan DEST-DANê jî parçe kiribûn, li wir jî jinan, bi dirûşma "jin, jiyan, azadî" di bin ronahiya fikrên Rêberê xwe de li dijî serdestiya mêrî û dagirkeriyê xwe bi rêk dixistin, li bûroya Civaka Azad jî karê nivîs û kaxedan, xebata dîplomasî û karê derve dihat kirin. Li aliyê pêşî yê komeleyê jî aşxane hebû.
Ev komele ji serê sibehê saet di 9.00 an de bi rêkûpêk dihête vekirin, heta derengê şevê jî vekiriye û tim jî çûn û hatina wê derê heye. Polîs çi kêlîya bixwaze dikare wek mirovan bê û di wê xaniyî de lêgerînê bike. Eger bixwaze nîvê şevê jî dikare kesên berpirs yên saziyê bîne û di bin çavdêriya wî de karê xwe bike. Lê saeta girtî hat hilbijartin û komele vegerandin qada talanê. Li hemberî saziyeke qanûnî, rewa û legal ev kiryar bi serê Bawer nediket. Dikir nedikir nedikarî qebûl bike. Têkilî û cudahiya di navbera têgihên polîs û şakî û keleşiyê de li hevdu diketin.
Kêlîkî şûnda xortekî Elman li ser duçerxeyê li ber derîyî sekinî: Ez Elman im, ji bo alîkarî û hevkariya we li vir im. Wek Elmanek ez ji vê êrîş û kiryarî şerm dikim!
Di serê wî de vêca rûmeta şikestî ya gelê Elman, têgihên keleş, pêxwas û polîsê dihatin hemberî hevdu. Salvegera şeroşgerê mezin Che û gotina wî ya navdar dihat bîra wî: Heta serkeftinê dîsa dîsa…