‘Tenê neviyên Ûrartûyan dikarin xwedî lê derkevin. Kurd wê li gor derfetên xwe yên siyasî û aborî xwedî lê derkevin. Hêvîdar im. Her giya li ser koka xwe şîn tê. Heger kok hişk bibe, şax jî dê hişk bibe.’
BERZAN GUNEŞ / MA / WAN
Li Kurdistanê şûn û şopên gelek şaristaniyan hene û bi hev re mîrateyeke çandî û dîrokî ya tevahiya mirovahiyê bi gewde dikin. Dewleta Tirk ku sûnd xwariye li ti saxî û hebûn Kurdan avê venexwe, ji bo tinekirina vê dîrokê û peywenda wê her tiştî dike. Li aliyekî bi şer, li aliyê din bi bendavan û restprasyonên qelp û texrîbker bi awayekî çalak vî karî her dadikeve, li aliyê din jî bi xemsariyeke mutleq û sîstematîk tinekirinê weke reşkeke şevê li ser mîrateya dîrokî û çandî ya li Kurdistanê digerîne. Di encama vê de gelek deverên şên ên kevnar, gelek keleh, qesr, dêr û mizgeft diherifin û êdî li erdên ku berê li wan bûn namînin.
Yek ji van jî, Kelha Amîkê ye ku beriya mîladê di salên 700’î de ji aliyê Ûrartûyan ve hatiye çêkirin. Kelha Amîkê ji bê xwedîtî û xemsariyê li ber nemanê ye. Nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler bal kişand ser girîngiya kelehê ya di dîroka Kurdan de û destnîşan kir ku ji ber karîgeriyên bîrdozî keleh nayê parastin.
Helwêsteke bîrdozî ye
Li Wanê, Keleha Amîkê ku beriya mîladê di salên 700’î de ji aliyê Ûrartûyan ve hatiye çêkirin, niha bêxwedî hatiye hiştin. Ji sedî 70’yê kelehê texrîb bûye û her çend li derdora wê gir hene, dîsa jî wekî qada sît nayê îlankirin. Nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler, destnîşan kir ku ji ber karîgeriyên bîrdozî keleh nayê parastin.
Îşler, destnîşan kir ku ev keleha ku Ûrartûyan ji bo bazirganiyê ew bi kar dianî, ji roja ku komar hatiye avakirin heta niha bê kes û kûs hatiye hiştin. Îşler, diyar kir ku li derdora kelehê gir hene, lê dîsa jî wekî qada sîtê nayê îlankirn û got: “Kî kengî bixwaze diçe kelehê û defîneger jî ku derê dixwazin, wê derê dikolin. Heger Keleha Amîkê ji aliyê gelekî Asyaya Navîn ve hatibûna çêkirin, teqez dê li vira qesr bihatana çêkirin. Careke din dest bi çêkirina kelehê kirin. Tê gotin kolandina Gobeklî Tepeyê jî hatiye sekinandin. Ne bawer im ku ev yek ji ber krîza aborî be. Hin sedemên wê yên bîrdozî hene. Teza dîroka Tirk heye. Paşê ev tez kirin teza Tirk-Îslamî. Ji Keleha Amîkê ne bêhna Tirkî ne jî ya Îslamî tê. Loma hatiye terkkirin. Ev nêzîkatiyeke bîrdozî ye. Wexta krîzên aborî tine bûn jî li van deran tiştek nehat kirin.”
70 çû 30 wêran e
Îşler, da zanîn ku ji sedî 70’yê kelehê nemaye û ji sedî 30’yê mayî jî wêran bûye û got, “Ji ber ku Keleha Amîkê lîmana bazirganiyê ye, divê embarên wê hebin. Niha embar tine ne. Ode û beşên din ên kelehê yan tine bûne yan jî di bin axê de mane. Ji Gola Wanê ber bi kelehê ve tuneleke bi nêrdewan heye. Niha tenê têketina vê tunelê heye. Bi taybetî jî nêrdewanên ber bi kelehê ve tine bûne. Li hin deran şûna kevirên nêrdewanan dixuye. Ji ber ku keleh tîk e, derketina ser wê zehmet e. Li dora kelehê gir hene. Ev gir dişibin mirovan. Hemû jî hatine rûxandin an jî tinekirin. Em ji hin sûrên wê yên mayî fêm dikin ku ev der keleh bûye.”
Êriş li dijî bîra dîrokê
Îşler, destnîşan kir ku divê nêzîkatiyên bîrodozî nemînin û demildest keleh bê parastin: “Li her derê Wanê berhemên dîrokî hene. Divê wijdanê kesî destûrê nede ku ev berhem bên tinekirin. Dewleteke ku dilê wê neşewite nikare vê bike yan jî biparêze. Tenê neviyên Ûrartûyan dikarin xwedî lê derkevin. Kurd wê li gor derfetên xwe yên siyasî û aborî xwedî lê derkevin. Hêvîdar im. Her giya li ser koka xwe şîn tê. Heger kok hişk bibe, şax jî dê hişk bibe. Divê Kurd xwedî li dîroka xwe derkevin. Dixwazin hafizeya me ya dîrokî jê bibin. Divê em jî di warê dîrokê de hesas bin. Em nehêlin hafizeya me jê bê birin. Dîrok arşîva gelekî ye. Heger ev arşîv bê tinekirin, dê ew gel jî bê tinekirin.”