Li Sûriyê devereke ku wêran nebûye nemaye, her devera ku dewleta Tirk ketiyê, tê re derbas an jî lê heye, ji wêrankirinê zêdetir komkujî lê pêk hatine û hîne jî pêk tên. Dewleta Tirk komên çete yên bi rêxistin kir navê weke artêşa azad û niha jî navê artêşa neteweyî li wan kiriye. Bi van koman dagirkeriya xwe didomîne. Ya rastî ev kom çeteyên El Nusra, DAIŞ û yên weke wan in. Bi van çeteyan qaşo li dijî terorîstan şer dike. Dewleta Tirk kiras, kum û navê wan diguhere û bi vî awayî hewl dide van komên çete yên har û hov rewa bike. Dewleta Tirk bi van çeteyan ketiye Idlibê û ji wir jî êrişî Rojavayê Helebê dike. Rejîm û Rûsiya jî dixwazin riya M4 û M5 yên Heleb-Şam û Lazqiya-Helebê kontrol bikin.
Piştî 7 salan ez dîsa çûma Helebê. Beriya 7 salan dengê ku me ji nava taxên Helebê û derdora wê dibihîst, heman deng dîsa têne bihîstin. Dengê topavêjan û bombebarana balafirên rejîmê didome. Li van dengan dengê balafirên Rûsyayê jî zêde bûye. Komên çete yên li rojavayê Helebê yên bi navê Huras El-Dîn û El Nûsra yekser bi fermana dewleta Tirk tevdigerin. Çeteyên navbirî taxên bajêr ên rojava didin ber obîs û hawanan û dixwazin taxên Helebê yên derdora Zanîngeha Helebê ku zêde şer lê nebûye kontrol bikin û wan jî wêran bikin.
Her wiha li derdora Idlibê jî ku hêzên rejîmê bi desteka balafirên Rûsî pêş ve diçin, dengê lêdana balafiran û teqandina çekan dihat nava Helebê. Her kesê ku nû hatibe Helebê, bi taybet jî taxa Şêxmeqsûd ji ber ku devera herî bilind e, û cihekî stratejîk e, ew ê bibêje ku şer li nava Helebê bi xwe tê kirin.
Ji taxên Helebê yek jê berxwedaneke mezin lê hat kirin û pêşî komên çete yên ser bi dewleta Tirk weke Nûredîn El Zengî û wekî wan êriş kirinê Taxa Şêxmeqsûd bû. Ji bo Heleb bi temamî nekeve kontrola çeteyan û neyê talankirin berxwedana li Şêxmeqsûdê girîng bû. Em li nava taxê geriyan û me hin kesên ku di dema êrişên salên derbasbûyî yên ser bi taxê de hazir bûn û gelek zehmetî ji dorpêça rejîmê û van koman de, dîtine axivîn. Wan qale berxwedana taxa Şêxmeqsûdê kirin û dîsa topên ku jê re dibêjin “cehenemî” (tûpên gazê ku kirine hawan) çawa li nava taxê diketin dianîn bîra xwe. Her topek e ku li malekê ketiye bi xwe re mal hemû wêran kiriye û hînê cihê wan xuya dike. Dema me pirsî; gelo balafiran li van deran xistiye? Digotin: “Na, ev şopên topên çeteyan e. Gelek caran ev top bi madeyên kîmyawî hatibûn amadekirin. Hin cara ku kesekî bi parçeyên van topan jiyana xwe ji dest nedaba jî pirî caran jin û zarok bi maddeyên kîmyawî yên di van topan de, bandor dibûn û dixeniqîn. Hêjmarek zêde ji xelkê taxê jiyana xwe ji dest da û gelek ji wan jî bi parçeyên di laşê xwe de can dan.”
Li taxê herî zêde pirsgirêk di warê tenduristiyê de hebûn. Em li gel berpirseke nexweşxaneyê, ya bi navê Dîcle axivîn. Ji me re qala nexweşxaneyê kir ku ji aliyê Meclîsa Gel ve tê rêvebirin. Li vê taxê, nexweşxane bêpere li nexweşan dinêre, û dermanê ku dide jî bi nîvheq weke alîkarî dide. Lê pirsgirêka sereke ew e, bijîşk nayên peydakirin. Li nexweşxaneyê çend bijîşkên ku ji pêkhateyên ereb û ji herêmên di bin kontrola rêjîmê de, hefteyê du rojan dihatin li nexweşxaneyê kar dikirin. Lê ew jî dadgeha rejîmê doz li wan vekiriye. Bi tohmeta “Hûn Kurdan derman dikin, hûn terorîstan derman dikin” dest danîne ser mal û milkên wan bijîşkên doz li wan hatiye vekirin. Û li yek ji van bijîşkan jî gef xwarine û jê re gotine, ew ê bawernameya wî ya bijîşkiyê jê bigirin; ger xebata xwe li nexweşxaneyê dewam bike. Nexweşxaneya ku dibêjin lê kar neke jî bi sedan qurbaniyên êrişa çeteyên dewleta Tirk û qurbaniyên bombardumanên balafirên rejîmê lê hene.
Em zêde dirêj nekin. Tevî ewqas şer û êrişên li ser taxa Şêxmeqsûdê xelkê taxê deverên ku xirab bûne li gorî derfetên xwe sererast kirine û jiyan li nava kolanên taxê ranewestandine. Lê dema em di nava tax û deverên di kontrola rejîmê re derbas bûn, malwêranî, xirbe, kolanên vala û malên ku tenê dîwarek an jî deriyekî wan maye me dîtin.
Li her dera ku kurd lê ne û xwe bi rêxistin kirine, li wir rûkenî, hêvî û jiyan peyda dibe. Zêde qala berxwedana Şêxmeqsûdê nehatiye kirin. Lê ew tenê zane wê ji çend lehengî û berxwedanê re şahidî kiriye.