
Îsal “Xelata Albûma Herî Baş a Muzîka Cîhanî” ya 59’emîn Xelata Grammyê, muzîkjenê Kurd Kêyhan Kelhor wergirt.
Şeva 59’emîn Xelata Grammyê li Los Angelesê, li Staples Centerê bi pêşkêşvaniya James Corden hat lidarxistin. Hunermendên navdar ên weke Beyonce, Adele, Bruno Mars wê şevê derketin ser dikê. Herwiha Mettallica û Lady Gaga bi hev re strana Moth into Flame gotin.
Di şevê de Xelata Albûma Herî Baş a Muzîka Cîhanî, koma Silk Road (Rêya Hevrîşim) a ku hunermendê Kurd ê ji Rojhilata Kurdistanê Kêyhan Kelhor jî endamekî wê ye wergirt.
Kêyhan Kelhor bi hin muzîkjenên navdar ên cîhanê re koma Silk Road avakiriye û albûma “Sing me home” (Ji min re strana welêt/malê bibêje) derxistine. Kelhor ev 6’emîn car e, ji bo Xelatên Muzîkê yên Grammyê dibe namzet.
Kelhor di piçûkatiya xwe de dest bi muzîkê kiriye, ewilî di Orkestraya Radyo û Televîzyona Îranê ya Neteweyî de xebitiye.
Piştre ji bo perwedeya muzîka klasîk li Roma û Ottawayê xebatên xwe domandin. Lê medyaya cîhanê Kêyhan Kelhor weke hunermendê navdar ê Îranê di manşetan de nîşan da.
Kêyhan Kelhor ji Rojhilatê Kurdistanê ye û sala 1963’an li bajarê Kirmaşanê hatiye dinyayê. Kelhor niha li zanîngeheke New Yorkê, dersên muzîkê dide.
NAVENDA NÛÇEYAN