Pêngava rizgarkirina gundewarên Başûrê Kobanê duyemîn pêngava hêzên Sûriyeya Demokratîk bû ku roja 24’ê Kanûnê destpêkir. Di pêvajoya çend rojên operasyona hêzên QSD’ê de me karî jê nêz ve vê operasyonê bişopînin û bigihêjin Bendava Tişrîn. Di nava operasyonê de tişta herî balkê beşdarbûna pêkhateyên ji netewên cur be cur bûn. Roja destpêka operasyonê bi sedan hêzên YPG, YPJ û hêzên Sûriyeya Demokratîk ku ji Ereb û Sûriyaniyan pêk dihat, li gel hev civiyan û planên pêngavê ji wan re hat vegotin. Tank, top û çekên giran ji bo min tiştek nû bû ku hêzên operasyonê bi wan û bi sedan maşînan dihatin û diçûn. Her kes di nava amadekariyê de bû ji bo ku civîna çapemeniyê serê sibê were dayîn û paşê wê operasyon destpê bikira. QSD duyemîn pêngava xwe eşkere kir lê di daxuyaniyê de behsa Bendava Tişrîn nedihat kirin. Lê ez bawerim bala her kesî di wê demê de çû ser Bendava Tişrîn. Em jî wer difikirîn û bi wê kelecanê me operasyon şopand. Fermandaran ji me re behsa Bendava Tişrîn nedikirin lê her ku gund dihatin rizgarkirin û em pêşde diçûn, mirov mijar fam dikir. 

Bi rastî jî kordînekirina ewqas hêz gelekî zehmet bû lê fermandarên şer wer ew bi cih û kordîne dikirin ku mirov ji xwe re heyranê xwe dihiştin. Fermandarên ku şev û roja wan nebû, 24 seat di destê wan de bêtêl û hêzên ku diçûn pêş kordîne dikirin. Yan jî ger pêwîst bikira bi xwe jî pêşde diçûn. Gundên dihatin rizgarkirina piranî di destê çeteyan de bûn. Çeteyan di gundan de ji xwe re sengerên bin erd çêkiribûn û xwe bi cih kiribûn, gelek niştecihên wan gundan ku Ereb bûn ji mêj ve ji wir koçber bibûn û cih û warê xwe bi cih hiştibûn. Serwerî û serkeftina hêzên QSD ji destpêkê ve hatibû misogerkirin. Ne tenê şervanên Kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê, hemû şervanên Ereb, Sûriyanî û gelek şervanên biyanî bi rihê serkeftinê pêş ve diçûn. Lihevkirina çandan a Rojhilata Navîn û yekîtiya wan di serî de dilxweşiya herî mezin ji bo demokratîkirina tevahiya Herêmê ye bêguman. Pêkhateyên ku QSD di nav xwe de dihewîne di wateya rastîn de îfadeya yekîtiya û bihevre jiyîna xelkên qedîm ên Rojhilata Navîn e. Em car bi maşînan carnan bi meş bi hêzên QSD re bi pêş de diçûn. Ji xwe me êdî bi çavê xwe ava Firat didît lê belê di navbera me û avê de bi dehan gund û mezra hebûn. Ji bo rizgarkirina wan hêzên QSD ji du aliyan ve bi pêş diçûn. Deştên bê ser û binî ku gihiştina avê wek xeyalekî  ji mirov re dihat. Gundên Başûrê Kobanê ango yên li ser rêya sereke ya diçe Reqayê zêde ji hev dûr nînin di navbera her gundî de herî zêde kîlometreyek hebû yan na. Rojên di wê de deştê de gelekî germ e, mirov ji bîr dikir ku zivistane, tavek dijwar li rûyê şervanan dida û rengê hemiyan qimitî bû. Lê dîsa ber bi pêşde diçûn. Car disekinîn lê di van çend rojan de herî zêde tişta bala mirov dikşand ew bû ku qet kes bîr li xewê nedikir, lê hertim jî zindî bûn. Şeva beriya ku Bendava Tişrîn were girtin me xwe gihand çend gundên stratejîk ku êdî ava Firat wer nêz bû ku ji ber bayê wê hişk û zuha em li cihekî ku me germ bigire digeriyan. Çareya herî baş agir bû û her kes li wê çolê li pey daran digeriya ku ji xwe re agir pêxe. Hemû şervanên ji netewên cuda û pêkhateyên cuda cihê xwe girtibûn û piştî operasyon û meşa tevahiya rojê hewl didan xwe germ bikin û ji bo sibê xwe amade bikin. Me hemiyan dizanî ku rojek xweş li pêş me ye, ji ber ku êdî şervanan hilm û ruhê xwe yê germ bi ava Firatê ve girêdabûn. Bi dîtina ewqas hêz mirov serkeftin bi çavê xwe didît, hemû germ û şerker, tu tiştek wê pêşiya wan neba astengî. Demên wisa de tu difikirî gelo ev ciwanên wisa xwîngerm çawa bê tirs û bi wêrekî, bê ku germa û serma wan bandor bike, dil di dest de bi pêş de diçûn. Tirs li dilê van ciwanan ji mêj ve bê wate bûye...