Kelihkê şahidiya dîrokeke bi hezaran salan dike û îro jî fena hêlîna eyloyekî li ser girekî Bagokê li Nisêbînê, li Bagokê û li çemê Nisêbînê dinihêre. Xelkê gund banga xwedîderketina li gund li her kesî dike.
MEDÎNE MAMEDOGLU / JINNEW/MÊRDÎN
Kî ji Nisêbînê berê xwe bide Serêavaê yan jî devereke din a Ava Spî, li ser rê ileh wê bala wê/wî biçe ser gundekî li serê girekî. Ha ew gund, Kelihkê ye. Gundê Kelihkê yê li serê girekî Çiyayê Bagokê di navbera Serêavê û Nisêbînê de li ser zinaran hatiye avakirin û her kesî heyranî xwe dike. Niha projeyên restorekirina vî gundî û li gorî encamên lêkolîna dîroka wê, dikeve rojevê.
Gundê Kelihkê yê navçeya Mêrdînê Nisêbînê, bi xweza û bilindahiya xwe her kesî heyranî xwe dike. Gund li serê girekî Çiyayê Bagokê hatiye avakirin û tê texmînkirin ku dîroka gund xwe dispêre beriya zayînê 7 hezar salan. Ji ber bilindbûna gund, jiyana gund gelekî zehmet e lê tevî vê, gundiyan dev ji axa xwe bernedaye. Xelk jî ji bo geştê berê xwe didiyê.
Tevî ku gund bi temamî dîrokî ye jî hîç nehatiye restorekirin. Li ser vî gundê li ser zinaran avakirî, xebatên arkeolojîk nehatiye meşandin. Gund ji dîroka kevnar, bi xaniyên xwe yên ji kevrê şekirî, heta roja îro hatiye.
Bermahiyên ji Roma diyar in
Heta cihekî rêya gund heye. Ji bo çûyîna malê jî rêyeke ku wesayît an jî sewal biçinê tine ye. Gundî ji cihekî û bi şûn ve bi pêlekên ji keviran, diçin malên xwe. Li gorî texmînan ji bilî xwecihbûna Kurd û Suryaniyan, berhemên dîrokî yên ji dema Kalkolîtîk an jî neolotîk (serdema sifrê) mane. Li gorî hinek lêkolînan gorên zinarî jî di dema Romayê de nîşan didin ku hingê jî wekî mekanekî şên hatiye bikaranîn.
Gundê xwe bi cih nehiştine
Li gund dîmenên filma Mem û Zînê jî hatine kişandin. Sabriye Aslan a bi salan e li gund dimîne, dibêje, “Ji dema dizanim ve, ev gund wisa ye. Bi salan e rêya me tine ye ku em biçin malên xwe. Em alavên xwe heta dawiya rê datînin piştre em didin ser pişta xwe û dibin malê. Turîst û mirovên tên vir, pirr ji vir hez dikin. Kal û pîran çîroka vir digot. Dîrokeke wê ya pirr dirêj heye. Hemû xanî ji kevir hatine çêkirin. Di salên 90’î de wek gundên din me gundê xwe bi cih nehişt.”
Jiyan ne hêsan e li vî gundî
Sabriyeyê da xuyakirin ku gund tevî her tiştî li ser piyan maye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku gund bilind e, av sibehan û êvaran tê. Zivistanan pirr zehmet e. Lê em dîsa jî ji gundê xwe hez dikin. Li vir dîrok heye. Divê ne tenê em, her kes xwedî li gund derkeve.”