Li Amedê belkî îro kêm cêr û sewîl hebin û yên heyî jî bi pirranî ji bo xemlê ne. Lê ne dûr, hema di dema bapîrên me de, ev sin´etekî di asta îndustriyê de bû li Amedê. Ev wêneyê hanê li Amedê sala 1930´î hatiye girtin. Em tê de zarok û mezinan dibînin ka çawa cêr, sewîl, şerbik û kûzên çêkirine, û bi wan şanaz in, nîşanî mekîneya wênegir kirine.

 

NAVENDA NÛÇEYAN