Pêşangeha Wêneyan a bi navê ‘Kêliyê Berxwedanê’ a ji aliyê xwendekarên Şehbayê ve li Helebê hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
Bi pêşangtiya xwendekarên Şehbayê li navenda Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Şêx Meqsûd a Helebê, bi dirûşma “Bi ruhê Zîlan, Egîdan û hunera azad em ê rêya rizgarkirina Efrînê xêz bikin” pêşangeha bi navê Kêliyên Berxwedanê hat lidarxistin. Pêşangeh bi tevlîbûna bi dehan ji endamên sazî û dezgehên civakî yên Helebê pêk hat. Qederê 300 tablo li ser hêvî û xeyalên zarok û xwendekaran hatin nîşandan.
Di roja dawiyê de merasîmek hat lidarxistin û piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, li ser navê PYD´ê, Selwa Mihemed got, “Dema mirov li van wêneyan dinêre hestên serketinê hîs dike. Pirraniya wêneyan li ser welat, xwezaya Efrînê û rondikên dayikan in. Hêviyên me bi xeyalên van zarokan hene. Em serketinê ji wan re dixwazin.”
ANHA/HELEB