Di serdanên goristanan de Yildirim Ayhan ê ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiya mertalên zindî de hate qetilkirin hate bibîranîn û peyamên berpirsyarê qetilkirina Ayhan hikûmeta AKP'ê ye hate dayîn. Li bajar û navçeyan pdohzbahiyên cejne nehat kirin û li avahiyên BDP'ê paçên reş hatin daliqandin.

WAN: Li Wanê welatî piştî nimêja cejnê bi girseyî çûn serdana gora Yildirim Ayhan ê ku li Çelê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin. Hevseroka KCD'ê û parlamentera Wanê Aysel Tugluk, parlamenter Ozdal Uçer û Nazmî Gur, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Cuneyt Canîş, Serokê Rêxistina Navçeya Navendî yê Wanê Halîs Çakir û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî di nava girseyê de cihê xwe girtin. Girseyê bi hevde gora Ayhan a li Goristana Akkopruyê ziyaret kir û li goristanê demeke dua kirin. Li goristanê demên hestewar hate jiyîn.

ŞIRNEX: Li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê ji ber qetilkirina Yildirim Ayhan û operasyonên ku didomin paçê reş hate daliqandin û pdohzbahiyên cejnê hate betalkirin. Li ser deriyê avahiya BDP'ê jî nivîsa: "Ji ber operasyonên ku AKP li dar dixe û mirinên ku diqewimin pdohzbahiyên cejnê hatiye betalkirin. Ji ber vê yekê partî dê roja yekemîn a cejnê girtî be" hate nivîsandin. 

CIZÎR : Li navçeya Cizîrê jî li gel endam û rêveberen BDP'ê bi hezara kes, piştî Nimeja Cejnê ya Sivîl bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" ji avahiya BDP'ê heta Goristana Asriyê ya Cizîrê meşiyan. Girsê li ser goristanê rêz girt û pişt re axaftin hatin kirin. Li ser navê girsê Serokê BDP'a Cizîrê Esat Malkoç, daxuyanî da û êrîşa li dijî mertalên zindî û kuştina endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yıldırım Ayhan şermezar kir.

HEZEX: Li navçeya Hezexê ya Şirnexe jî bi sedan welatiyên ku di navde endam û reveberên BDP'ê endamên meclîsa şaredariyê jî hebûn, goristana Şêx Hesen ziyaret kir. Li vir jî rêz hate girtin û dua hatin xwendin. Li vir parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan, axivî û operasyon şermezar kir.

SÎLOPÎ: Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê jî piştî nimêja cejnê ya sivîl, bi hezaran welatiyan, bi girseyî Goristana Şehitlikê ziyaret kirin. Di meşê de endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, endam û reveberên BDP'ê, Şaredarê Sîlopiyê Emîn Togurlu, endamên meclîsa Şaredariyê Şaredarê Tilqebinê Sînan Uysal, MEYA-DER, KurdÎ-DER'ê amade bûn. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Ocalan", "Bijî Serok Apo" ve "Şehîd namirin" berz kirin.

ELK: Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî bi sedan kesan goristana Asrî ziyaret kir. Girseya ku di navde Şaredarê Elkê Yusuf Temel, endam û rêveberên BDP'ê jî hebûn li goristana Asrî gorên endamên PKK'ê ziyaret kirin. Girsê li vir rêz girt û dua xwendin. Li ser goristanê Mele Tahir Cin, axaftinek kir û got: "Li xwedîderketina şehîdan û duayên ji bo wan xêrek gelek mezin e. Daxwaza me ji xwedê rawestandina vê xwînê ye.

COLEMÊRG : Li Colemêrgê jî goristan ji aliyê hezaran sesan ve hatin ziyaret kirin. Bi hezaran kesên ku di navde endam û rêveberên BDP'ê, emdamên meclîsa şaredariyê û bajar, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û KurdÎ-DER'ê jî hebûn li taxa Sumbulê gora Serê Solanê ziyaret kir. Li ser goristanê Serokê BDP'a Colemêrgê Orhan Koparan, axaftin kir û helwesta Erdogan û operayon şermezar kir. Orhan her wiha astengiyên li pêş hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî şermezar kir.
Li gundê Peyanisê ku di 16'ê Îlona 2010'an de teqîn pêk hatibû û 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû jî cejn nehat pdohzkirin.

GEVER: Li Geverê jî bi girseyî gorîstan hat ziyaretkirin. Girse piştî nimêja cejnê ber bi Gorîstana Akalin ve meşiyan. Girseyê di serî de gora endamê HRK'ê Ferzat Nucîwanê ku li navçeya Berwarîya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kir. Li ser gora Nucîwan, malbata wî ya ku hîn ji navçeya Geverê neçuye girseya ku di navde nunerên BDP'ê û sazîyên sivîl ya civakî jî hey pêşwazî kir. Piştî xandina dûayan Rêvebirê MEYADER a Geverê Omer Çakir, ji bo kuştina Kurdan Ahmedî Nejad û Tayyîp Erdogan şermezar kir. Piştî Çakir, Serokê BDP'a Geverê Osman Dara axivî û Yildirim Ayhanê ku di çalakiya mertalên zindî de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.


MELEZGIRT: Li Mûş û navçeyên Mûşê ji gorîstan hatin ziyaretkirin. Piştî nimêja cejnê gel ber bi goristanên ku gorên endamên PKK'ê lê hene ve herikî. Li Melezgirê Şaredar M. Nurî Balci jî di navde girse li Konê Çareserîya Demokratîk yê ku li Kolana Hûnerê vegirtiye kom bû û piştî nîmêja sivîl ya cejnê ber bi goristanê ve herikî.
Bi heman rengî li Îdîr, Qers, Erdexan, Bedlîs, Erzirom û navçeyên wan jî goristan hatin ziyaretkirin.

                      

NAVENDA NÛÇEYAN




Nimêja cejnê ya sivîl

Di çarçoveya çalakiyên Raperîna Sivîl a ku ji aliyê BDP'ê û KCD'ê ve hate destpêkirin, piştî nimejên înê û terawîhên sivîl, niha jî nimêja Cejna Remezanê ya sivîl hate kirin. Li Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Amedê bi girseyî nimêjên cejnê yên sivîl hatin kirin.

ŞIRNEX: Di çarçoeya çalakiya Raperîna sivîl de piştî nimêjên Înê û terawîhên sivîl, nimêja cejnê ya sivîl jî bi girseyî hate kirin. Li parka Aştiyê ya taxa Turgut Ozalê ya navçeya Hezexa Xirxene ji serê sibehê de bi sedan welatî hatin li hev kom bûn û nimêja cejnê ya sivîl bi hevre kirin. Bi sedan welatiyên ku serê sibê hatin li ber Konê Çareseriya Demokratîk li hev kom bûn, bi girseyî nimêja cejnê ya sivîl kirin. Mele Alî Nas, bi burdî weaz dan û diyar kir ku ew dê her tim bi zimanê gelêxwe îbadetê bikin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexe jî serê sibê bi sedan welatî li Qada Gel kom bûn û nimêja cejnê ya sivîl kirin. Girsê li vir jî bi Kurdî weaz dan. Balkêş bû ku polîsên sivîl hatin cihê nimêjê û welati yek bi yek kişandin kamerayê. Şaredarê Elkê Yusuf Temel, endam û rêveberên BDP'ê jî di navde bi sedan welatî amade bûn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê nimêja înê ya sivîl hate kirin. Serê sibê bi hezaran welatiyên ku di navde bi sedan jin jî hebûn, li ber avahiya BDP'ê ya Cizîrê kom bûn û bi girseyî nimêja cejnê ya sivîl kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê ji ber kuştinên dawî pankarta reş bi avahiya BDP'e dakir û xemgîniya xwe anîn ziman.

NISÊBÎN: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi hezaran welatiyên ku li Navenda Çanda Mîtannî kom bûn, bi hevre nimêja cejnê ya sivîl kirin. Li vir Mele Mehmet, bi Kurdî weaz dan û li ser wate û girîngiya cejnê rawestiya. Anî ziman ku cejn roj aştî şahî xweşiyê ye, lê ji ber ku di vê mehê de dîsa zarok û mezin tên kuştin ew vê cejnê pdohz nakin.

SÊRT : Li Sêrtê jî bi sedan welatiyên ku li parka Şaredariyê kom bûn, bi girseyî  nimêja cejnê ya sivîl kirin. Di nimêja cejnê ya sivîl de endam û rêveberên BDP'e û endamên meclîsa şaredariyê jî di navde bi sedan welatî amade bûn.

Girsê piştî nimêja cejne kirin, bi hevre çûn li ser goristanan geriyan û gor ziyaret kirin.


BÎSMÎL: Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî bi hezaran welatî di saetên serê sibehê de li parka Halîl Îbrahîm Oruç kom bûn û bi girseyî nimêja cejnê ya sivîl kirin.
Mele Feyzi Yavuzkilinç li pêş girsê minêj kir. Yavuzkilinç berê bi Kurdî weaz dan û xwest ev cejn bibe destpêka aştî û demokrasiyê.

STENBOL: Li Parka Mevlanayê ya lu navçeya Bagcilarê ya Stenbolê ji 2 hezarî zêdetir kesan ji bo "Nimêja Cejnê ya Sivîl" ref girêdan. Welatiyan ji malên xwe secade û korton anîn û li ser wan nimêj kirin. Jin jî beşdarî nimêjê bûn.Serokê Komeleya Oldaran Celalettên Yoyler beriya nimêjê weaz da û êrîşa li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir. Yoyler ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha got: "Di bin navê îslamê de zarok, jin têne qetilkirin, tank û top gundan bombebaran dikin û sivîl têne qetilkirin. Ev îslameke çawa ye. Ez li vir bang li Serokwezîr dikim, di vê roja pdohz de dev ji operasyonan berde. Ji ber ku li gorî îslamê cejn dengê aştiyê ne." Piştî weazê nimêj hate kirin. Piştî nimêjê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bagcilarê Celal Halîm axivî û got ku ew vê cejnê weke "cejna reş" bi nav dikin. Nimêja înê li Parka Heykelê ya navçeya Sultangaziyê û parka li qiraxa Mizgefta Kamer Hatunê ya Tarlabaşiyê jî hate kirin.

MANÎSA : Li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê gelek kesên ku li avahiya BDP'ê hatin ba hev nimêja cejnê kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Mehmet Gulmez axivî û got ku ji ber operasyon û kuştinan ew bi xemgînî cejnê pêşwazî dikin û ji ber vê yekê jî dê cejnê pdohz nekin. Gulmez xwest ku tu kes li dijî bûyerên diqewimin bêdeng nemînin. Piştî axaftina Gulmez ji bo "şehîdên şoreşê" dua hatin kirin.


NAVENDA NÛÇYEAN