Li pey ku hêzên îslamê li Kurdistan û Îranê bi ser ketin, baweriyên gelên arî wek Zerdeshtî- Manî- Mazdakî parçe parçe kir. Hemû hurmizgan, atêşgede û nûrvan, hemû navendên zanyariya van bawerî û pirtûkxaneyên wan hatin wêrankirin û sotin.

Ji ber ku faris xwedanê kevneşopiyeke dewletê bûn, di demeke kurt de serkariya Sasaniyan pêş ket, wan ji bo yekitiya xwe û serxwebûna xwe parastinê ji Cebel Amul, Kûfa Lubnan û ji Bahreynê zanayar û seydayên şîayî anîn welatê xwe û bi alikariya wan îslamiyet li gor têgihîştina farisan şirove kir û şîîtî bi pêşxistin. Hemû farisên sûnî jî; ger ji bo bekaa Faristanê, ger jî bi kotek û çewisandinê bûn şîî.
Tenê piraniya kurdan li ser baweriyên kevn man, dû re ev wek Yarsanê, Elewî û Êzdayetî derket pêş. Lê ji ber ku serkariyek, hêzeke parastinê nebû, di bin êrişên şîî û suniyan de man. Beşek ji kurdên Îranê forama şîîtî wergirtin (Wek Kurdên Horasan û Lûran)
Kurdên di jêrdestê serkariya Osmaniyan de man jî, di bin çewisandin û jenosîdeke bê dawî de li ber xwe dan. Li gor hin daneyan di dema êrişên Yavuz Sultan Selîm de bi dehhezaran kurdên elewî hatine qetilkirin û derbiderkirin. Ev baweriyên kevnare her bi kuştin û îslamîzekirinê kêm bûn. Xwerû kesên dihatin îslamîzekirin, zimanê xwe jî li cîh dihîştin û zimanê tirkan werdigirtin. Wek mînak hin eşîrên li Meletiyê (dirêjan, îzolan ûhwd.) berê elewî bûn, li pey ku hatin îslamîzekirin, zimanê xwe jî li cîh hîştin û bi tirkî axivîn.
Kemalîstan, ji bo ku bikanin elewiyên kurd bigirin bin kontrolê, komkujî û planên taybet bikaranîn. Xwerû jî agahiyên bêbingeh, li ser vir û derewan avabûyî bi navê zanyarî û lêkolînên dîrokî wek pirtûk afirandin û di nava gel de belavkirin. Sedî nod û neh pirtûkên li ser elewiyan hatine tomarkirin di vî rengî de ne. Li ser vê bingehê Hecî Bektaş û Ehmed Yeseviyê sûnî wek çavkaniya elewîtiyê derxistin pêş. Bi vê re jî çîroka Horasanê wek galgalên ser tendûran belavkirin.  Di encamê de elewîtî birin bi şamanizma yakûtan ve girêdan (her çendî elewîtî û şamanîzim zidê hev in jî.) Di encama vê bangaşî û perewerdeya bişaftinê de gelek kesên wek Îzzetin Dogan, perewerde kirin, belegeha herî bingehîn jî nav û têkiliyên „Cem vakfi“ ye. Navê wê: „Navevanda perwerdahiya Komarî“ (Cumhuriyetçî egitim merkezî) ye. Belê van kesên di xizmeta kemalîzmê de jî wêneyê Mustafa Kemal, Hecî Bektaş û Hz. Elî li gel hev kirin dekoreke Nûrvana Cemê (Cemxane) û elewî jî kirin depoya reyên ji bo partiya kemalîst CHP.
Kemalîstan tenê li ser bendê laizizmê nelîstin, wê îslama li ser mezhebê henifî wek baweriya dewletê hilbijart, ji bo ku kurd û kêmarên misliman jî di bişaftinê re derbaz bike, serî li gelek azînên cûda da. Wek tevgera „akinciyan, gurên boz ûhwd. Ji aliyekî ve jî xebitî ku zanyariya sofîstên kurd û kêmaran têkin xizmeta dewletê, bi vî awayî hem elewitiya dewlete û hem jî sûnitiya dewletê biafirînin. Ji bo vî karî jî hin mirovên di bin perê dewleta kûr de wek Fetulah Gulan, Nurî Yilmaz û sergerdeyên cemaatên din perwerde kirin û xistin xizmeta xwe.
Di dema ku hê komunîzm û soziyalîzm wek talûkeyekê dihat dîtin de bi destê Fetullah Gulen komaleyên dij komuîzmê dan avakirin. Gava cuntaya Evren hat serkar, wan Fetulla wek elîmînekirina civakê bikaranî (Nivisên wî yên wê demê vê rastiyê nîşan didin.)
Li pey operasyonên li dij vesayeta leşkerî dewleta kûr bi giranî kete destê Gulenciyan. Ji bo xapandina bala cihanê, navê qaşo „tevgera xizmetê“ li xwe kirine, Niha jî di bin perê CIA de li Pansilvanyayê Tirkiyê bi rê ve dibe. Wer xuyaye armanca bingehîn her kesi di bin perê „Sentêza tirk-îslamê“ de civandine.
Kemalîstan beşeke elewiyan di sepeta kemalîzmê de helandin kirin tirk. Niha jî Fetulah û Îzetîn Dogan dixebitin ku elewiyan di cemxaneyên di bin siya Mizgeftên diyanet/ cemaatê de têkin îslam. Ev projeya Fetullah Gulen ya wek kemîneke bestekirina elewiyan, li ser vê armancê ye. Ew Fetullahê ji bo elewîyên Dêrsimê bi aşîkarî „Mirovên bêdîn“ digot, çawa dikane bibe dostê elewiyan? Ma ev rasterast ne xapandin, dek û dolab e?
Ji ber ku di nava vê mijarê de berjewendî jî roleke bingehîn dilîze, dibe ku hetanî radeyekê bi ser keve jî, lew re zemînê vê heye, bi kêmasî bûrjûvaziya elewî ya di bajaran de pêşketiye, dê di vê potayê de bihelin.
Ev rasterast pirojeya ji holê rakirina elewiyan, xwerû jî elewiyên kurd bi tevahî ji kurdan qetandin e. Ez hêvî dikim ku piraniya elewiyên kurd ku tu têkiliya wan bi îslamiyetê re tune û rasterast digihîjin baweriya Zerdeştî, di zanista vê kemînê de bin.