Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) her sal, Dibistana Şehîd Serhed (li NÇHM) dewreyên înstrumanên muzîkê dide destpêkirin û bi dehan ciwanên dixwazin fêrî înstrûmanan bibin, beşdarî van dewreyan dibin.
Ji Dibistana Şehîd Serhed, Sevda Urek derbarê fêrbûna kemanê de dibêje, “Ev qederê 7 mehan e ku em li dibistanê perwerdaya înstrumanan dibînîn. Ez xwendekara înstrumana kemanê me. “
Muzîk ruh bi mirov tîne
Urek diyar kir ku înstrumanên muzîkê mirovan zindî dikin û wiha dewam kir; “Min timî hez ji Kemanê dikir, bi rêya vê perwerdeyê em fêrî gelek cûreyên înstrumanan dibin, û yek ji van jî Keman e. Li Dibistana Şehîd Serhed înstrumanên wek Keman, Erbane, Saz, Gîtar û gelekên din yên cuda jî hene ku di nava civakê de pirr li pêş in. Perwerdaya ku mamostayên me didin, bi taybetç di werza havînê de ye û ji ber ku dibistan dikevin betlaneya havînê de, em dikarin zêdetir bixebitin. Her wiha di perwerdeyê de dîsan têkiliyên me ligel mamoste û hevalên me baş in. Bi coşekî mezin em perwerdeya xwe dibin.”
Zindîbûn û dengê kemanê
Keser Bulut jî fêrî lêdana Kemanê dibe, û li ser perwerdehiyê dibêje, “Ez jî weke hevala xwe Sevda pirr ji lêdana înstrumanan hez dikim. Bi taybetî jî ji Kemanê. Ji ber ku dengekî pirr zirav, zelal û xweş jê tê û wisan dibînim. Lêdana Kemanê bi min re hesteke zindîbûnê çêdike û bi karanîna kemanê jî demeke pirr xweş bi min dide derbaskirim. Heskirina min ya ji bo Kemanê di piçukahiya min de her tim heye. Bi evîneke pirr mezin dema xwe ji bo dewreya perwerdeya kemanê vediqetinim.”
ROJNEWS/MAXMÛR