Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de bi ajansa me re axivî û behsa rola Qasimlo di rêxistina partiyê û sedema terorkirina wî kir.
Hevserokê PJAK’ê Ebdulrehman Hacî Ehmedî ku berê endamê desteya rêveber a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û kesek nêzî Qasimlo bû, wiha got: “Beriya ku Dr. Qasimlo wek Sekreterê Giştî yê PDK-Î were hilbijartin, partî wê demê yek nebû. Çend kom bûn, ev jî ji ber wê belayê bû ku Mela Mistefayê Barzanî bi serê partiyê ve anîbû. Lê belê hunera Dr. Qasimlo ew bû ku PDK-Î zindî kir. Qasimlo kongreya sêyemîn pêk anî, destûra partiyê guherî. Akademiya wî gelek mezin bû û bi vî awayî karî partiyê bike partiyekê ku Kurd pê şanaziyê bikin.”
‘Pergalek ava nekir ji bo wê bû hedef’
Hacî Ehmedî di berdewama axaftina xwe de wiha behsa kesayeta Dr. Qasimlo dike: “Mixabin ger pergalek nebe, wê dijmin jî te bike hedef. Dr. Qasimlo di wexta xwe de dengê herî rewa yê gelê Kurd bû. Ji bo wê jî ew teror kirin. Mirov dibîne ku Serok Ocalan karîzmayek wî ya netewî heye, ji ber ku pergalek ava kiriye. Li gel ku zêdetirî 17 sal in di zîndanê de ye lê belê her ku diçe pergala wî mezintir dibe. Lê bi şehîdbûna Dr. Qasimlo ji ber ku pergalek wî nebû, PDK-Î êdî nekarî ser xwe de were.”
Hevserokê PJAK’ê der barê mijara lihevkirinên Qasimlo bi Îranê re jî wiha dibêje: “Dr. Qasimlo kesek bû ku tenê bi Îranê re lihev nedikir, di heman demê de welatparêzek mezin bû ku ji bo mafê gelê Kurd têkoşîn dikir. Kesên ku wê demê jê re digotin bi Îranê re lihev dike, niha ger Îran ji wan re teklîfek biçûk bike amade ne, her karekî bikin. Lê Dr. Qasimlo dizanî ku pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe, dizanî ku gelê Kurd wê demê xwedî wê hêzê nîne ku bikare rejîma Îranê birûxîne. Niha jî her wiha ye û pêwîste çareseriyek siyasî hebe. Her partiyek din jî divê bi vî awayî tevbigere, naxwe wê ser nekevin.”
‘Şêwazê muzakereyê şaş bû’
Der barê şêwazê terorkirina Dr. Qasimlo de jî, Hacî Ehmedî wiha axivî: “Şehîdkirina Dr. Qasimlo li ser maseya muzakereyê tiştek cêwaz bû. Divê em şêwazê muzakereyan ji hevdu cuda bikin. Hilbijartina muzakereyê ji bo mafê rewa yê gelê Kurd bû. Lê şêwazê muzakereyê rast nebû, ji bo wê hat şehîdkirin. Muzakere bi wê şêwazê nabe.”
Di berdewama axaftina xwe de Hevserokê PJAK’ê wiha got: “Hêzên din ên Rojhilatê Kurdistanê ji bo ku ji şaştiyên berê dersan derbixin, têkoşînê dikin. Yekane rê ji bo me ewe ku ji tiştên berê ders werbigirin ku me bigihêne serkeftinê. Ger em ji şaştiyên siyasî yên Dr. Qasimlo ders werbigirin wê demê nifşên nû şaşatiyên wî dubare nakin.”
‘Pêwistî bi pergaleke nû hebû’
Di dawiya gotina xwe Ebdulrehman Hacî Ehmedî bal kişande ser vê mijarê ku şaştiya mezin a Dr. Qasimlo ew bû ku nekarî pergalekê ava bike û wiha got: “Ev pirsgirêk tenê ya Dr. Qasimlo û ya PDK-Î nîne, hemû partiyên Kurdistanê vê pirsgirêkê dijîn. Her çend piştî Qasimlo, Dr. Şerefkendî karî vê rolê bigire ser milê xwe. Şerefkendî di warê rêxistinî de gelekî bihêz bû. Lê belê di warê siyasî û dîplomasî de bi Dr. Qasimlo re cêwaz bû. Mixabin wî jî heman şaştî kir û dîsa pergalek ava nekir. Her wiha wî jî di danûstandinên xwe bi Îranê re şaşatî kir.”
AWAT HAWAR-SELAH XIDIR/ROJNEWS