Buroya Jinê ya Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê bi dirûşmeya “Kenê zarokan rûkeniya jiyanê ye” parkeke taybet ji bo zarokan bi navê “Şehîdên 12‘ê Adarê” vekir. Bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî merasîmê vekirina parkê bûn.
Di merasîmê de, Hevseroka Şaredariya Gel a Navçeya Tirbespiyê, Sûad El-Hisên axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Sûad El-Hisên got, armanca vekirina parkê ew e ku dilê zarokan xweş bikin.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Mihemed Zekî jî axivî û vekirina parkê li şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.
Bi navê Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokartîk (MSD), Nahiya Silêman jî axivî û spasiya Buroya Jinê ya Şaredariyê kir ku ev park vekir.
Park ji aliyê dayika şehîd Simko û Gelhat ve hat vekirin.
Di dawiya merasîmê de govend hat gerandin.
ANHA/QAMIŞLO