Li Mezopotamya li welatê agir û rojê, şopgereke li ser riya heqîqetê… Roj li Nisêbîna ku timî bûye yek ji navendên herî girîng ên Mezopotamya bi xêr û ber hiltê. Nisêbîna rengîn şahidî ji şahî û xemgîniya zarokên herî bi nirx ên vê xakê re kiriye û hê jî dike. 

Yek ji van lehengan jî Rahşan Demîrel e. 14 Tebaxa sala 1975'an li bajarê serhildanê li Nisêbînê keçeke serhildêr çavên xwe li vê dinyayê vekir. Malbata Rahşan ji ber zilma dijmin weke piraniya malbatên Kurd cîh û warê xwe; Nisêbînê diterikînin û dikevin ser riya koçberiyê. Sala 1978'an dema malbata wê koç kir, Rehşan 3 salî bû. 

Rahşan zaroka malê ya 5'mîn e. Ew jî weke hemû zarokên Kurd, di temenê pir piçûk de rastiya dijmin nas dike. Dibe şahidê Polîtîkayên nijadperest ên Dewleta tirk. Rahşan di sala 1990'î dama 15 salî ye careke din vedigere Nisêbînê û dest bi xebatan dike. Di temenê xwe yê biçûk de li Nisêbînê tevlî serhildanên Newrozê 1990 û 91'ê dibe.

Bi fermana Wezîrê Karê Hundirîn yê Tirk ê wê demê Îsmet Sezgîn tevahiya pîrozbahiyên Newroz a sala 1992'an hatibûn qedexekirin. Gelê Kurd bi taybetî jî xelkê Nisêbîn, Cizîra Botan û Şirnexê qedexeya dewletê nas nekir û 21’ê Adar a 1992'an bi deh hezaran kesî Newroz pîroz kir. Hêzên dewleta Tirk êriş birin ser pîrozbahiya li Cizîra Botan û Şirnexê. Dewletê bi komkujiyê xwest çavê gel bitirsîne. 22’ê Adara 1992'an li ser vê yekê Nisêbîniyan li her kolanê pêşî agir pê xist. Ji gelek milan ve ber bi avahiya hukûmetê ve meşiyan. Lê belê hêzên dewleta Tirk li ser pirê pêşî li gel girt. Hovîtiyeke nededîtî û nebihîstî pêk anî. Panzeran bi pelçiqandinê 16 welatparêzê Kurd şehîd kirin û gelek jî seqet hiştin. 

Bi taybetî jî êrîşên dewletê yên li ser gelê Kurd di Newroza Nisêbîn, Mêrdîn û Cizîrê de agirê serhildanê di dilê Rahşanê de geştir bû. Êdî polîtikayên tinehesibandin, qetlîam û asimlasyonê gihîştibûn asta herî jor.

Wexta çalakiya ku Rahşan Demîrel xwe ji bo wê amade kiribû, hatibû. Li malê li dû xwe nameyekê dihêle ku tê de dibêje, "Ez ê xwe li Kadîfekaleyê bikim Newroz. Pêwîst e ez bersivê bidim Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê.“

Rehşan bi dikeve ser rêya Îzmîrê û diçe Kadîfekaleyê. Sal 1992, Îzmîr Kadîfekale. Li ser bircên Kadîfekaleyê Rahşana 18 salî di 22'ê adarê de bi agirê bedena xwe qedexeya li ser Newrozê şikand, Newroza gelê xwe geş kir.

Li cihê çalakiya xwe Rahşan nameyek bi van gotinan hiştibû."Ez ji Îsmet Sezgîn re dibêjim wê Newroz bê pîrozkirin. Bi lasîkan nebe jî, emê bi bedena xwe pîroz bikin.“ 

Rahşan bû sembola Newrozê. Her sal gelê  kurd di 21'ê Adarê de li Kadîfekaleyê li cihê çalakiya Rahşan Demîrel Newroza xwe pîroz dike û Rahşan û şehîdên Newrozê bi bîr tîne.

Vê serhildan û berxwedana li dijî dewleta dagirker salên dirêj û tije zilm li pey xwe hiştin. Êdî zarokên salên 90'î, şahidên serhildanên dîrokî û şopdarên Rahşanan li hemberî dagirkerên welatê xwe serî rakirine. Agirê Newrozê li Kurdistanê bi berxwedanê gur bû.  Dîsa Nisêbîn li ber sekinî ye û bi berxwedana xwe silav dike.