Bi sernûçeya "Ev Şêx dixwaze pişta DAIŞ´ê bide erdê" îşaret bi jixwebaweriya serokê êşîra Şemeran Mehdî Dehem el-Hadî dike. Rojnamevan Alfred Hackensberg bi Ereb, Turkmen, Suryanî û Kurdên di nava QSD´ê re dipeyive.
Hackensberg îşaret bi dewra YPG´ê di nava QSD´ê de dike û dibêje, ev "hêzeke baş organîzekirî û bi disîplîn e, û niha li Eyn Îsa ye, tenê 35 kîlometroyan li başûrê Reqayê ye". Li vî cihî nûçe balê dikçîne ser fikra QSD´ê ku dibêje di demeke kin de ew ê karibin Reqayê rizgar bikin, û dibêje, "li vir mirov weke wezîra karê derve ya Elman Ursula von der Leyen nafikirin. Ew dixwaze, piştî ku Esad çû bi artêşa Sûrî re li dijî DAIŞ´ê hevkariyê bike. Lê belê li gorî plana YPG´ê heta hingê wê DAIŞ qet nemîne."
Berdevkê QSD´ê Telal Selo ku bi xwe Tirkmen e ji Hackensberg re dibêje, "Divê hemû kom xwediyê mafê îafadekirina fikra xwe û diyarkirina biryaran bin. Ji bo ku komek di nava QSD´ê de were qebûlkirin, divê demokrasiya bi rastî û pirrengîbûnê ji dil bihewîne." Selo ji bo erka hêzên eskerî jî dibêje "Em dixwazin jiyan û mafê xelkê biparêzin, pê re jî edaletê û rûmeta wan".
Xirîstiyan di navbera Ereb û Kurdan de navbeynkariyê dikin
Di nûçeyê de di encama hevpeyvînên endamên Sutoro yên di nava QSD´ê de tê gotin, Xirîstiyan zêde di warê eskerî de ne xurt in, lê di nava QSD´ê de û li herêmê di navbera Kurd û Ereban de navbeynkariyê dikin, lewma herdu alî jî xwedî pêşhikm in li hemberî heve ku di dema desthilatdariya Esed de peyde bûne. Nûçe ji devê eskerê QSD´ê yê Xirîstiyan Gabriel weha dewam dike: "Li vir li bakurê Sûrî, bi gelek bajar û deverên Ereb, Kurd nikarin bi tenê birêveberiyê bikin. Ji bo birêveberiyê û mizakereyan pêdiviya wan heye bi Ereban - û em heke arîşe hebin navbeynkariyê dikin."
Bi serdana xwe ya mala Şêxê Şemeran Hackensberg nûçeya xwe wisa bi dawî dike: "Şêx El-Hadî û kurê wî bi şexsê xwe me bi rê dikin. … Li ser dika deriyê xênî, bav û kur destê xwe li ba dikin û devê wan li ken e. Ev kenê bixwebawer ê serketiyan e."
NAVENDA NÛÇEYAN