Cara yekê ye ku qatilekî DAIŞ´î ê bi navê Taha Al-J. ji ber qirkirina Êzîdiyan li dadgehekê li Emanyayê tê mehkemekirin. Komeleya Hawar.help hêvî dike ku bi rêya vê dozê DAIŞ'iyên di destê QSD'ê de ku elman jî di nava wan de ne karibin ji ber qirkirinê bên dadgehkirin.
LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT
Li Frankfurtê îro dozeke dîrokî hebû, li dijî endamekî çeteya DAIŞʼê ê bi navê Taha Nûrî Al-J. Ew par li Atînayê hatibû girtin û Cotmeha bihurî jî radestî rayedarên Elman hat kirin û ji gava hat Balefirgeha Frankfurtê ve jî girtiye. Girîngiya vê dozê ew e ku ev cara yekê ye endamekî DAIŞ´ê ji ber qirkirinê li dadgehekê tê dadgehkirin. Di rûniştina destpêkê ya îro de îdîaname hat xwendin. Ji bo min bi xwe ji ber ku min îdîaname xwendibû berê ya muhim rabûn û rûniştina tohmetbar bûn. Hem di du navberan de û hem jî gava ku îdîaname dihat xwendin. Ev Iraqiyê 27 salî, dimerijî, di navberan de henek li parêzerên xwe dikirin û dikeniya; ew çend ku dengê wî dihat me jî. Ha wî kenî kir ku nava min li hev keve pê hindik mabû verişim. Piştî rûniştinê rojnamevan û filmçêkera Êzîdî Duzen Tekkal jî behsa heman kenê kirêt kir û got ka çawa vê yekê hestên ecêb pê re çêkirin. Wê hin agahiyên din jî dan; hin dozên din jî tên amadekirin li Elmanyayê, lê nabe ku niha behsa wan bê kirin. Ew dibêje di navê de Elman bi hezaran DAIŞ´î niha li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtîne, lê ji ber astengiyên "dîplomasiyê" dadgehkirina van endamên çeteya DAIŞ´ê ji ber qirkirina Êzîdiyan ne mumkin e. Li ser pirsa ka ev astengî çi ne jî, ew tam bi nav neke jî dike ku em bi ser wê ve bibin ku ew astengî dewleta Tirk bi xwe ye. Ma ne, jixwe ev qatilê hanê ku keçeke 5 salî li ber tavê kuşt, ê ku îro jî ti poşmaniyê nîşan nade, bi salan li Tirkiyeyê bê pirsgirêka mabû.
Îro danê sibê qederê saet 10´an bi dehan rojnamevan û çend welatî amadebûn li ber Avahiya Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfurtê. Li ser dinivîsî "Nabe destdirêjiya rûmeta mirovî bê kirin". Gava em ketin hundir, hîna nû pê hesiyam ku kesê ji ber qirkirina Êzîdiyan tê dadgehkirin, 27 salî ye. 27 salî ye lê ji bo DAIŞ´ê wezîfeyên rêveberiyê jî kirine. Du parêzerên ku yek ji wan Tirk e, roja yekê ya rûniştinê ji bo ferzkirina wergerekî ji bo aliyê parastinê bihurand. Parêzerên Taha Al-J. Serkan Alkan û Martin Heising di van meseleyan de têra xwe pijiyane, wan berê jî parêzeriya DAIŞ´iyan kirine. Û wan karî di dawiyê de bikin ku serokê heyeta dadgeha bilind razî bikin ku qet nebe wergerekî duyê jî ji aliyê dadgehê ve bê wezîfedarkirin. Jixwe herdu navber jî ji bo şêwra heyeta dadgehê li ser vê meselê bû, rûniştinên dozê wê paşê ji duşema bê û pê ve dewam bikin. Piştî dozê di daxuyaniya kurt de, her du parêzeran got, di dozên din ên DAIŞ´iyan de bêhtir tevdîrên ewlekariyê hebûn, û li Frankfurtê ev tevdîr kêm bûne.
Axir di îdîanameyê de çi hebû em bi bîr bixin:
Qirkirina li dijî Êzîdiyan Sûcên qirkirina li dijî Êzîdiyan gelek sûcên di îdîanameyê de pêk tîne. Behsa jinên Êzîdî yên hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin, tê kirin. Taha Al-J. sala 2015’an jineke Êzîdî û keça wê ya 5 salî weke kole dikire. Ew pêşî wan dibe mala hevalekî xwe, piştî bi mehekê wan dibe mala xwe ya li Feluceyê; mala ku bi hevjîna xwe ya Elman Jennifer W. re lê dima. Jennifer W. jî niha li Elmanyayê girtî ye û bi tohmeta hevpariya kuştinê, û şideta li dijî herdu Êzîdiyan tê dadgehkirin. Îdîaname dibêje, Taha Al-J. du kes weke kole kirrîne û li mala xwe weke kole bi kar anîne; ev jî bi armanca DAIŞ’ê ya tinekirina hindikahiya Êzîdî re li hev dike û parçeyek jê ye.
Zaroka Êzîdî li ber tavê kuşt! Di îdîanameyê de tê gotin, Taha Al-J. yê çete tevî hevjîna xwe ya ku bi endametiya DAIŞ’ê tê dadgehkirin Jennifer W. re dê û keça wê kirine kole, ew birçî hiştine, şidet li wan kiriye. Ji ber ku keça 5 salî ji ber nexweşiyê di nav cihan de mîztiye, vî DAIŞ’iyê hov keçik li ber kela tava çola Feluceyê zincîr kiriye û keçik li ber tavê, ji ber germê û tîhna dimire. Di îdîanameyê de wekî din ji ber ku 2 Êzîdî weke kole kirrîne, sûcê şideta cinsî jî heye. Nebûna sûcê destavêtinê bi xwe bû sedema nerazîbûnên di nava raya giştî ya Elman de.
Li Tirkiyeyê jî çalak bû Ji îdîanameyê em fêr dibin ku Taha Al-J. yê çete, di Mijdara 2015’an de berpirsê maleke jinan a DAIŞ’ê bûye li Samsûnê. Tîrmeha 2018’an jî di ser înternetê re dipeyive û dibêje, ew dikare her şêwazê teqemeniyan amade bike û li mala xwe ya li Tirkiyeyê jî endamekî rêxistinê li ser mijarê perwerde bike.
[caption id="attachment_246004" align="alignleft" width="300"]
Duzen Tekkal[/caption]
Gava ev sûcên hanê hatin xwendin, û her wiha di dema navberan de tohmetbar rehet xuya dikir, ne nîşanên poşmaniyê ne jî yên nerehetbûna dadgehkirina ji ber sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên qirkirinê xwe tê de nedidan der; ew dikenî, heta diyar bû henek dikirin bi parêzerên xwe re û bi deng jî dikenî. Ha wî kenî kir ku dilê min lev keve û hindik mabû verişim. Ne tenê min wisa hîs kiribû; di nava çavdêrên dozê de Duzen Tekkal jî hebû, damezrênera komeleya mafê mirovan HAWAR.help. Duzen Tekkal a bi xwe jî Êzîdî, hem weke siyasetvan û hem weke filmçêker çalak bû di meseleya xwedîderketina li mafên Êzîdiyan û hewldanên cezakirina sûcdarên fermana 74´an de. Dilê wê jî ji ber rehetiya tohmetbar li hev ketibû, aciz bû. Bi ya wê li Elmanyayê gelek sûcdarên din hene ku "bi dizî li vir ji xwe re digerin" û ew weke komele alîkar dibin da ku ew derkevin pêşberî dadgehê û hesab ji wan bê pirsin. Bi gotinên wê "nabe ku ji bo van sûcdaran deverên ewle hebin".
Derfet ji bo dadgehkirina DAIŞ'iyên di destê QSD'ê de
Ji bo wê ev doz gelekî girîng e, lewma yekem car e li ber dadgehekê, bi awayekî eşkere ji ber sûcê qirkirina li dijî Êzîdiyan kesek tê dadgehkirin. Lê mijareke din heye ku ew jê ne razî ye; jina vî DAIŞ´iyî Jennifer W. li Munchenê ji ber hevpariya sûcê kuştinê tê dadgehkirin; Duzen Tekkal aciziya xwe wisa ji vê îfade dike: "Bi ya min ev şaş e. Ew jî eynî weke mêrê xwe ji ber sûcan û ji ber kuştina zarokê berpirs e. Bi ya min ji binî ve şaş e ku ew wisa qebûl bikin ku tenê mêr sûcdar in û jin tenê mexdûr in. Nexasim jî çerx û dezgehên DAIŞ´ê nîşan dan dewreke navendî ya jinan di nava wê de hebû. Herwiha weke beşek ji polîsê erf û adetê jî; yanî jin û mêr bûn li ser sûcdar û mexdûr ne diyarker in. Bi ya min Jennifer W. heman sûcê Taha Al-J. kiriye. Ji ber ku wê mirina keçika piçûk a Êzîdî bi zanîn qebûl kir."
Li ser pirsa ka gelo haya wê jê heye ti dozên din li Elmanyayê bi rê ve diçin, ew dibêje, "erê" lê dûrî çavê raya giştî. Lê ya ji wê muhimtir heye, mesela li Sûrî (Behsa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî dike) bi hezaran DAIŞ´î girtî ne; lê mesele dadgehkirina wan. Di nava wan de Elman jî hene. Di ser vê dozê re dibe ku derfeta me çêbe ku em ji ber qirkirina mirovan û sûcên li dijî mirovahiyî li dadgeriyê hesab ji van bipirsin. Ya ku em dixwazin ji doza îro weke nîşanekî bigirin jî ev bi xwe ye."
Çima ev naqewime? Ew behsa astengiyên "dîplamatîk" dike. Lê dibêje ev yekser nayên binavkirin ka çi ne. Bi qasî ku ez tê derdixim, mesele dewleta Tirk e, ya ku heta ku ev DAIŞ´î çû Yewnanistanê lê ewle bû.
Dayika keçika qetilkirî şahid e
Ji ber ku Jennifer W. hingê ji muxbirê ew dayî girtin re bi detay behsa bûyerê kiribû, dayika keçika kuştî ya ku hatibû kolekirin, Nûra T. di ser komeleya mafê mirovan a Êzîdiyan YAZDA ve dikarî bê dîtin û ew jî şahid e di dozê de. Yanî îdîaname her wiha bi şahidiya wê hatiye amadekirin. Jennifer W. hevjîna Taha Al-J. gava ku dixwest vegere cem mêrê xwe di rê de hatibû girtin. Doza li dijî wê jî 9´ê Nîsana 2019´an destpêkiribû.
Bi hestyariyên cihê amade bûn
[caption id="attachment_246003" align="alignright" width="300"]
Cihan Ak[/caption]
Di nava temaşekerên dozê de jî Kurd gelek bûn. Xwendekarekî doktorayê yê beşa siyasetê, Cîgirê Serokê Civaka Kurd li Elmanyayê Mehmet Tanriverdî, ji civaka Êzîdî Cihan Ak ê ji Kongreya Êzîdiyan a Cihanê jî her yekî bi fikarên xwe amade bûn.
Cîhan Ak ji Bieleferldê hatibû Frankfurtê. Wî got, em weke komele li vir hazir in, ew dozê dişopînin, dixwazin sûcdarên din jî bên girtin û di encama dadgehkirinê de ev sûcdarê hanê bên cezakirin: "cezayekî ji bo mexdûran jî adil li van sûcadaran bê birrîn. Em her wiha dixwazin di warê siyasî de Êzîdî weke miletekî karibin bên qebûlkirin. Em nûneriya mafê hebûna Êzîdiyan jî dikin. Em hewl didin vê bikin bi xwepêşandan û têkiliyên bi siyasetvanan û bi rojnamevanan re."
Tanriverdî jî dibêje ew hazir bû, “Lewma ev cara yekê ye ku eskerekî çeteya DAIŞ´ê fermî li mehkemeyeke Elmanyayê tê mehkemekirin. Ev mehkeme dîrokî ye. Ez hêvî dikim kesê bi navê Taha Al. J. bê mehkûmkirin. Kirinên li dijî Kurdên Êzîdî jî weke qirkirinê bê binavkirin. Bila DAIŞ´ê jî zanibin ku li ti dera dinyayê wê rehetiya wan nebe. Hêviya min ew e ku DAIŞ´iyên li Kurdistanê (behsa Rojava dike) girtî ne, mehkemeyek trîbunal a navneteweyî vekin û hesab ji wan bipirsin; weke mînaka Dadgehên Nurnbergê."