Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê li hev kom bû û peymana navbera DYE û Tevgera Talîbanê bi yekdengî pejirand. Tê gotin ku ev dengdan yek ji dengdanên kêmdîtî ye, ku di bin sîwana Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser peymana navbera dewleteke biyanî û tevgereke gerîla de hate kirin.

Aliyê matmayî yê biryarê ew e ku du xalên veşartî yên di peymanê de cih digirin hatin pejirandin. Hate ragihandin, ev her du xal têkildarî têkoşîna li dijî terorê ye û endamên konseyê jî nikarin xwe bigihînin van xalan.

Talîbanê di encama danûstandinên bi DYE’yê re roja 22’ê Sibatê agirbest ragihandibû. Di dawiya vê pêvajoyê de jî 29’ê Sibatê li bajarê Doha yê Qatarê di navbera DYE û Talîbanê de peymanek hatibû îmzekirin. Di berdêla garantiya ewlekariyê ya Talîbanê de DYE û hevalbendên wê soz dan ku di nava 14 mehan de hêzên xwe bi temamî ji welêt vekişînin. DYE’yê her wiha vekişandina hêzên xwe bi şertê destpêkiria danûstandinên Talîban û hikumeta Efgan ve girê da.

Di vê navberê de artêşa Emerîkayê di çarçoveya peymanê de dest bi vekişînê kir. Hate ragihandin, yekîneyên Emerîkî dest bi vekişîna ji baregehên li paytexta eyaleta Helmandê Leşker Gahê û eyaleta Heratê kirin. Eyaleta Helmandê bi berfirehî di bin kontrola Talîbanê de ye.

Li gorî peymanê DYE wê heta nava meha Tîrmehê hejmara leşkerên xwe ji 12 heta 13 hezarî daxîne 8 hezar 600 kesî. Bi gotineke din, 5 ji 20 baregehên Emerîkî yên li welêt wê bi temamî bên valakirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN