Kerboran serbilind e

Li navçeya Mêrdînê Kerboranê çekdarên dewletê êrîşên xwe bi ser xelkê navçê de dewam dike. Qedexe di roja 5´an de ye û doh li taxa Safayê di encama êrîşan de zarokê bi navê Muhemmed Akyuz ê 16 salî hat birîndarkirin. Hatice Gezgîncî (45 salî) û bûka wê Sacîde Gezgîncî (26 salî) dema çûn bi hewara Akyuz ve di encama gulebarana çekdarên dewleta Tirk de birîndar bûn. Tîmên taybet jî asteng kir ku ambulans bi birîndaran ve biçe. Li ser bûyera xelkê Kerboranê bi slogana "bijî berxwedana Kerboranê" daket meydan û kolanan. Heta saeta nûçeya me dihat amadekirin jî nêzî 10 saetan tîmên taybet astneg dikir ku Akyuz ji bo dermankirinê rakin nexweşxaneyê.

Dema ku wesaîteke zirîhpoş nêzîkî qereqola cendermeyan a navçeyê re derbas dibû, teqînekê rû da. Di encama teqînê de 4 endamên tîmên taybet bi giranî birîndar bûn.


Xelkê Nisêbînê xwe dişidîne 

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê jî ji bo cara şeşan e ku walîtiya Mêrdînê qedexeya derketina derve îlan kir ku doh saet 16´an destpê kir. Xelkê Nisêbînê jî ji bo berxwedana xwe dewam bike, pêdiviyên xwe yên sereke tedarik dike. Ji nanpêjgeh û dikanan pêdiviyên xwe yên xwarinê xelk peyda dike. Welatiyan da zanîn ku ew ê Nisêbînê neterikînin û li ber xwe bidin. 


 MÊRDÎN