Zanyarê zanyaran “Zerduştê Kal”, li Mezopotamyayê rû dabû. “Homerosê Kor” wê demê hê ne li ser dinyayê bû, bêytên xwe yên bedew û xweşik hê bilêv nekirîbûn. Bûda ji dayik nebû bû, armanca gihaştina “Nîrvana”yê wek fikrek jî be neafirîbû. Îhtimal Gilgamêşê Gerok, li pêy giha ya nemirinê dest bi rêwîtiya xwe nekirî bû. Li Misrê “Kurê Rojê”, Qeyzerê Qeyseran Ramsesê Fîravûn hê kurikekî biçûk jî nebû. Navê Pêyamner û Pêxemberê Yahûdan Mûsa, ne li ser zimanan bû. Çend rutûelên kevn hebûn lê, çi feylesofî, çi destan, çi olên bi pergal û bi kelam nîn bû.

Gava Zerduştê Kal rû da, ji xêynî Sumeriyan tu şaristanî û şarezayî nezayî bû. Ji xêynî çendîn tîpên Sumeriyan, keseke zanyar nivîseke zanyarî û ramaniyê nenivîsîbû. Olên qedîm, baweriyên qedîm, efsaneyên qedîm, fedakariyên dîrokî, qehremaniyên destanî hê ne li ser ziman bû. Bi kurt û kurmancî wekî ku Ehmed Arîfê Kurd gotî; “Dayika Hawa” ji zaroktiya xwe derbas nebûbû.  

 Gava Zerduştê Kal rû da, roj ji rojhilatê hilat. Roj bû ronahî, roj bû agahî, roj bû zanyarî, roj gihaşt ji nasnameya xwe û roj bû tirsa tarî...

Gava Zerduştê Kal rû da; roj bû tirsa tarî û sê kilam ji dev û lêvên Zerduştê weşiya... Zerduşt got: Pendarenîk... Zerduşt got: Goftarenîk... Zerduşt got: Kerdarenîk... Ango gotina Zerduştê Kal; “Xweşhizirîn”, “Xweşaxaftin” û “Xweşçêkirin” bixwe bû... Ev gotinên Zerduştê, bi agirê ve hat şuştin, bi xwezayê ve hat mijandin, bi bayê ve hat kişandin û bi baranê ve şîn bû... Dem derbas bû sal vegeriya, serdem derbas bû sedsal vegeriya, dewran derbas bû hezaran sal giloverî hev bûn û gotinên Zerduşt avêtin pişta xwe, gihandin roja îro... 

Di roja îro de, li ser axa Zerduştê, neviyên wî bûn xwedî têgihîştina pêşniyarên Zerduştê Kal. Fikr û raman ji “Roj”ê hat, ew jî têgihîştin û ber xwe dan... Ji Şingal heta çiyayên temam mezopotamyayê, gava însan baş lê binêre, dê bibîne, ku xweşfikrandin û xweşaxaftin hatiye gihaştiye encamê, û encam, bi xweşçêkirinê ve, ango bi “kerdarenik”ê ve rû daye.