Keremê Anqosî ku bi melodiya Lêxin birano lêxin, Ez kuştim Şêrînê cihê xwe di hiş û bîra Kurdan de çêkirî, rewşenbîrê pirralî û rojnamevanê pêşeng ji bo Êzîdî û kurdên Gurcistanê kiras guhert û ji nav me bar kir.

Rewşenbîr û nivîskar Keremê Anqosî, li paytexta Gurcistanê Tiflîsê di 81 saliya xwe de kiras guhert û ji nav me bar kir. Keremê Anqosî 1´ê Cotmehê wefat kir. KNK´ê li ser wefata Keremê Anqosî peyameke serxweşiyê weşand û ji bo rewşenbîr û nivîskar Keremê Anqosî ku li Gurcistanê di her warî de ji bo çand û zimanê Kurdî û mafên Kurdên li Gurcistanê tev digeriya, sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest.

Rojnamevan Bella Sturkî, ragihand ku Keremê Anqosî kiras guhertiye. Sturkî got, “Îro, 1’ê Cotmehê li bajarê Tiflîsê paytexta Gurcistanê xebereke nebixêriyê belav bû. Hezar mixabin, hezar korayî kesekî welatperwer, zanyar, nivîskar, rojnamevan, rojhilatnas, karmendê civaka Kurdên Gurcistanê yê bi nav û deng, berpirsiyarê radyoya Ronkayî ya Gurcistanê, mamoste Keremê Anqosî di temenê xwe yê 81 salî de piştî nexweşiya pirr xedar çû ser dilovaniya xwe.”

Nivîskar, rewşenbîr, muzîkjen, weşangêr, dîroknas Keremê Anqosî, di 10’ê Cotmeha 1937’an, li Tiflîsê hatiye dinê. Dê û bavê wî xelkên Tûrkê, gundê Seydî Bega Wanê ji eşîra Anqosiyan in. Anqosî li Tiflîsê dibistana seretayî, navîn û lîseyê dixwîne û sala 1956’an kuta dike. Piştî lîseyê li Zanîngeha Dewletê ya Tiflîsê li Fakulteya Fîzîkê bi cih dibe. Paşê diçe Fakulteya Rojhilatnasiyê û di sala 1961’ê de li heman fakulteyê mezûn dibe. Di sala 1963’yan de Anqosî dibe laborant û pişt re bi kar û barên zanistiyê re bilî dibe.

Mirovekî pirralî û çalak

Anqosî li Gurcistanê yek ji daner û edîtorê sereke yê Radyoya Kurdî ye. Ji 1978’an heta 2004’an li Radyoya Gurcistanê di beşa Kurdî de dixebite. Piştî ji aliyê hikûmetê ve bo 3 salan weşana radyoyê tê rawestandin di sala 2007’an de bi navê Radyoya Ronkaî (FM 100.9 TIFLÎS) careke din karê xwe yî radyoyê dike. Ligel karê radyoyê Anqosî, li Gurcistanê hema bêje di her saziyê de derdikeve pêşberî mirovan. Di sazî û dezgehên wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd, Yekîtiya Parlamenterên Kurdên Gurcistanê, Komeleya Wênegirên Kurd, Zankoya Gelêrî Ji bo Niştecihên Kurd a Êzîdiyên Kurdistanê dixebite. Navenda Dînê Êzdiyan ava dike, avakarê Yekîtiya Ronakbîrên Kurdên Gurcistanê ye. Anqosî li Komara Gurcistanê gelek caran ji bo komîsyon û saziyên wek Dadgeha Bilind a Gurcistanê, Endamê Komîteya Hilbijartinê ya Gurcistanê, Endamê Heyeta Presîdîûmên Civaka Tiflîsê hatiye hilbijartin. Her wiha gelek caran hatiye xelatkirin û ji van xelatan yek jê jî “Nîşana Rûmetê ya Georgiya” ye.

Yekem rojnameya Kurdî li Gurcistanê

Anqosî li Gurcistanê berî di rêveberiya Partiya Komunîst de cih bigire, li Bakuyê Perwerdehiya Bilind a Partiya Komunîst kuta dike û sala 1979’an di Komîteya Navendiya Partiya Komînîst a Gurcustanê de cih digire û heta sala 1991’ê dixebite. Her wiha Anqosî, endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê ye û sala 1999’an li Tîflisê bi navê Gilavêj yekem rojnameya Kurdî derdixe.

Yekem koma rockê ya Kurdî

Anqosî, ligel lêkolînerî, nivîskarî, weşangeriya xwe bi muzîkê re jî elaqedar bûye. Anqosî û çend hevalên wî yên mîna Keremê Gerdenzerî sala 1975’an yekem koma rockê “Koma Dîlan” ava dikin. Ev kom du salan didome û piştî demekê ji hev belav dibe. Piştî Koma Dîlan, Keremê Gerdenzerî û çend kesên din Koma Weten ava dikin. Her wiha Anqosî avakarê komên govend, muzîk û folklorîk ên wek Govenda Kurdî, Reqasên Gelêrî, Hoy Narê, Koma Zarokan a Stran û Govendê wekî din e. Di gelek şahî û civatên çand û hunerî de wek organîzasyon tevgeriyaye û pêşkeşvaniya wan kiriye.

Ji melodiyên wî Lêxin birano lêxin û Ez kuştim şêrînê, ji melodiyên nemir in ku cihê wî di hiş û bîra Kurdan de çêkir.

Anqosî xwedî gelek berhemên wêje, lêkolîn, folklorîk û dîrokî ye. Ji berhemên wî hin jê ev in: “Alîfba Bona Zimanê Kurdî (Kurdî-Gurcî, Kurdî-Rûsî), Êl û Berekêd Kurdêd Êzîdî, Ji Xezîna Ulmê Şixadî, Kurdish Folklore, Pirsêd Kurdnasiyê, Welato, Qewlê Heqîqetê û wekî din. Gelek berhemên wî wergerandine zimanên Gurcî, Ermenkî, Rûsî û hinên din. Her wiha wî jî gelek berhemên Ermenî, Gurcî, Rûsî wergerandine Kurdî.

KNK´ê serxweşî ji malbata Anqosî re xwest

Komîsyona Ziman, Perwerde, Çand û Hûnerê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistaê (KNK) li ser wefata Keremê Anqosî peyameke serxweşiyê weşand. KNK´ê got, “Rojnamevan, nivîskar, weşanger, stranbêj, rewşenbîr û her wiha awazdanêrê strana “Lêxin Birano Lêxin”, Keremê Anqosî, êvara çûyî li Tiblîsa paytexta Gurcistanê, wefat kir. Wefata Keremê Anqosî, em gelekî xemgîn kirin. Ked û xizmeta gorbihişt Keremê Anqosî, ji aliyê gelê Kurd ve ti carê nayê jibîrkirin.

Em dibêjin bila serê gelê Kurdistanê, malbata, dost û hevalên wî xweş be.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN