Resepsiyona ku ji aliyê Şêwra Gelê Kurdên Ermenîstanê li bajarê Eboviyanê hate lidarxistin de endamên Yekitiya Şêwrê; rojnamevan Emerîkê Serdar, Karlînê Çaçanî, Serokê Komîteya Kurdistanê û endama KNK’ê Jenya Qadir, berpisyarê rojnemaya Riya Teze Tîtalê Kerem di nav de gelek nivîskar û rewşenbîr kom bûn di nav xebata Radyoya Êrîvanê de 50 saliya Keremê Seyad pîroz kirin.
Her wiha di resepsiyona 50 saliya xebata Keremê Seyad di Radyoya Êrîvanê de nivîskar û rewşenbîran têcrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan tê meşandin û ev 56 roj e nahêlin parêzer ligel hevdîtin pêk bînin û daxwaza girtina Roj Tv’yê hate şemezar kirin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Şêwrê Kinyasê Hemîd ve hate kirin, destpêkê kurtejiyana Keremê Seyad hate vegotin.
Kinyasê Hemîd der barê xebata Seyad de got; “Xebata 50 saliya Keremê Seyad ji dil pîroz dikim. Wî bi xebata xwe ne tenê di nav Kurdên Ermenîstanê di nav tevahî gelê Kurd de cihekî binirx girtiye. Ne tenê mirovên mezin zarên biçuk jî wî nas dikin û jê hes dikin. Em xebata wî hewla wî bi nirx dibînin û jêre serkeftinê dixwazin”.
Piştî Kinyasê Hemîd rojnamevan û nivîskar Emerîkê Serdar jî hestên xwe rave kir û wiha got. “Ez ji dil 50 saliya xebata te ya di Radyoya Êrîvanê û 70 saliya te pîroz dikim. Tê bîra min dema Keremê Seyad hate radyoyê xebitî. Wî çaxî dema weşana me 15 deqe bû dirêj kirin kirin seet û nîvek. Di wê demê de ez bêjerê radyoyê bûm û Eznîfa Reşît. Piştî wê Keremê Seyad hat. Keremê Seyad xebatek giranbiha da meşandin û kedek mezin da. Dema herî zehmet di salên 90 kî gelek zehmetî hebû dev ji radyoyê dengê Kurdî berneda û xebat pêş de bir. Ev yek tiştekî gelek girîng e”.

50 sal ên mîna 50 rojî...

Piştî axaftvanan Keremê Seyad da xuyakirin ku xebata xweya 50 salî wekî 50 rojî dibîne û got; “Ji bo çand û hunera gelê Kurd di nav deryayekî de me karê niqutekî kiriye” û axaftina xwe berdewam kir ;“ Ji bo sazkirina vê yekê razîbûna xwe didim nîşan. Ev 50 sale ez kar dikim di nava 50 salî de min gelek tişt û nivîsandin li gel xwe xwedî kiriye ku xebatkaran çiqas ked û xebat kirine. Ez roja îro ji bo xebatê û kirinê razîbuna xwe nîşanî kedkaran dikim. Her wiha bejna xwe, serê xwe li himber axa wan kesên ku ked dane çûne ser dilovaniya xwe û xebat kirine, Casimê Celîl, Xelîl Muradov, Sîma Semend, Ehmedê Gogê, Mirazê Evdo, Ferîkê Usiv Kamilê Rizgo, Şikoyê Hesen dotewînim. 44 kesan kedek mezin dane. Mirov di çi xebatê de xebitê ji bona gele xwe divê mirov heqê wê bide û bi şîr helalî kar bike. Dixwazim bibêjim ji bo çand û hunera gelê Kurd di nav deryayekî de me karê niqutekî kiriye. Lê keda xebata me di nav çar parçên Kurdistanê de belav buye, ev ji bona min kêfxweşiyeke mezin e. Îro ji bona me Kurdan yekitî divê. Îro li Kurdistanê tekoşînek tê dayîn, ger îro Serokwezîrê Tirk Erdogan li xwe mikur tê û dibêje Kurd hene ev jî nîşaneya wê tekoşînê ye. Ji ber berê ne dixwestin navê Kurdan bibihîsin îro hebûna Kurdan dipejirînin. Ev yek di saya tekoşîna Kurdan e û bi taybetî di saya fikra Rêber Apo ye, îro li bakurê Kurdistanê Kurd xwe nas kir. Saya wê yekê ye û di encam de keda xebata me winda nebû , divê hîn zêdebe. Di dawiyêde ji bo pêkanîna komxebat û gotinên we zor sipas dikim”.


 ANF-ÊRÎVAN