
Gihayên ku bi hatina biharê re li çiya bi xwezayî û bejî şîn dibin li bazaran eleqeyeke mezin dibîne.
Bi hatina biharê re gihayên wekî kereng, soryaz û rêwas ên li herêmê tên komkirin û li bazaran tên firotin. Ev gihayên ku li herêmên çiyayî yên Erzirom, Amed, Sêrt, Wan û Mûşê bi xwezayî şîn dibin, ji bilî tema wan ji bo gelek nexweşiyan jî dermanin. Ev gîha ji nexweşiyên, mîde, kul, pençeşêr, şekir û dil re bi sûdin. Gihayên ji aliyê welatiyên herêmê ve tê komkirin, ligel bi xwezabûna wan ji ber bûhayê wê jî kêm be jî hatiye halê sektorê.
Li çiyayê Qereçdaxê bi hatina biharê re “kereng” şîn bûne ji aliyê gelê herêmê ve tê komkirin û li bazarên bajar tê firotin. Şerafettîn Balikçi yê ku kerengên gelek kes debara xwe pê dikin difiroşe diyar kir ku 30 salan li bazarê fêkî û sewze difiroşe, bi hatina biharê re jî kerengan difiroşe û debara xwe dike. Balikçi, da zanîn ku kereng li serê dezgaha wî cihê xwe girtine û wiha got: “Bi saya vê em nan dibin mala xwe. Gelê herêmê eleqeyek mezin nîşanî kerengan dide. Welatî dikarin kerengan bi hêkan re biqelÎnin, an di xwarinên bi av de û dikarin bixin nava girarê jî. kereng tenê 1-2 meh li ser dezgehan dimîne û kiloya wê 3 an jî 4 TL ye.”
AMED