Li Bajarê Kerkûkê 6 teqîn li pey hev çêbûn. Di teqînan de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 38 kes jî birîndar bûn. Rêxistinên herêmê êriş rûreş kirin.

Êvara pêncşemê li Bajarê Kerkûkê 6 teqîn lipeyhev çêbûn. Du teqîn li taxa Quds, sê teqîn li ser rêya Bexda û teqînek jî li cadeya Mierez pêk hatin. Di teqînan de 2 kesan jiyana xwe ji destda û 38 kes jî birîndar bûn. Li deverên ku êriş lê pêk hatî, 10 wesayit rûxiyan, xisar li dehan mal û kargehên bajêr bû.

Berdevkê Polîsên Kerkûkê Eqîd Efrasyaw Kamil li ser teqînan daxuyaniyek da û got; “Bi giştî li 6 navendan teqîn çêbûn û du bombeyên çandî li ser rêya balafirxaneyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine bêbandorkirin.

Em ê bajarê xwe biparêzin

Meclisa Bajêr a Kerkûkê têkildarî êrişên bombeyî daxuyaniyek weşand û ragihand ku armanc ji êrişan afirandina fitneyê di nava gelan de ye û diyar kir ku gelên Kerkûkê wê li dijî her şêweyê êrişan xwe biparêzin.

Di daxuyaniya meclisê de îşaret bi van xalan tê kirin: “Di meha Remezanê ya pîroz de êrişa li dijî gelê me yê sivîl nîşan dide ku ti elaqeya van terorîstan bi ti dîn û îmanê re nîne. Me li nava bajêr û herêmên derdora bajêr tedbîrên xwe yên ewlekariyê zêde kirin.”

Ji bo fitneyê ye nûçe

Çavkaniyên nêzî PDK’ê jî piştî teqînan bi rêya medyaya civakî gotegot belav kirin û îdia kirin ku DAIŞ’ê êrişî Kerkûkê kiriye, wê bikeve nava Kerkûkê û artêşa Iraqê jî êrişî malên Kurdan ên li bajêr bike. Balkêş e piştî van êrişan Meclisa Gel got ‘ji bo fitneyê ye’, nûçeyên bi vî rengî hatin weşandin.

Tevgera Azadî êriş rûreş kir

Rêxistina Tevgera Azadî ya Kerkûkê jî bi daxuyanike êrişên li dijî Kerkûkê şermezar kir. Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê bang li hemû aliyên peywendîdar, îdareya bajêr, hemû aliyên siyasî, rêxistinên sivîl û kesayetên bajêr kirin da ku êdî rê nedin Kerkûk di rewşeke wiha ya ne asayî de bimîne.

Bi erkên xwe rabin

Fraksiyona YNK’ê jî li ser êrişê daxuyaniyek nivîskî belav kir û got; “Em dibînin ku rewşa Kerkûkê bi tehlûke ye û divê pêşmergeyên Kurdistanê yên ku xwedî ezmûneke mezin in di parastina rewşa emnî ya herêmê de bi erkên xwe rabin.”

Fraksiyona YNK’ê bang li parlamena Iraqê kir û got; “Bila beriya cejna Remezanê fermandariya giştî ya hêzên çekdarî ya Iraqê bihêle pêşmerge vegerin Kerkûkê û bi hev re rê li hemû kiryarên terorîstî bê girtin.”

   

  ROJNEWS/KERKÛK