“Hikûmeta nû heger li ser bingeha destûra bingehîn a federal tevbigere û zilma li Kurdan hatiye kirin bibîne, wê hingî karibe li ser piyan bimîne. Bi dîtina min Kurd di heman demê de temînata nasnameya Ereban e jî. “ SEYÎT EVRAN / REWŞEN QASIM ANF/SILÊMANIYE Namzetê YNK’ê yê Serokkomariyê, Dr. Sabir Îsmaîl bal kişand ser krîza aborî, siyasî û eskerî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û got, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew amade ye. Nîqaşên li ser Serokkomariya Iraqê ku piştî avakirina hikûmeta nû divê ji nû ve were hilbijartin, dewam dikin. Sala 2005’an bi lihevkirina Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî, Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Iraqê re serokatiya herêmî ji PDK’ê re, Serokkomariya Iraqê jî ji YNK’ê re hatibûn hiştin. Piştî hilbijartina îsal, nîqaşên li ser Serokkomariyê yên navbera YNK û PDK’ê ji nû ve dest pê kir. PUK Mediayê ragihand ku namzetê YNK’ê Dr. Mûhammed Sabir Îsmaîl e. Îsmaîl li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. Krîz hê dewam dike Namzetê YNK’ê yê Serokkomariyê Dr. Muhammed Sabir Îsmaîl diyar kir ku piştî hilbijartina giştî ya 12’ê Gulanê ya li Iraqê, diviyabû hikûmeta nû ava bûya û pêvajoya hilbijartina Serokkomariyê dest pê bikira û got, “Lê belê hin meseleyên ku li gorî destûra bingehîn a Iraqê nehatine çareserkirin, veguherîn krîzê û ev krîz dewam dike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan ez jî tevlî hin civîn û danûstandinan bûm.” Kerkûk parçeyek ji axa Kurdistanê ye Îsmaîl îşaret bi meseleya Kerkûkê kir ku meseleyeke krîtîk e, û got, ev pirsgirêk li gorî xala 140. dikare bê çareserkirin. Îsmaîl derbirî ku Kerkûk parçeyek ji axa Kurdistanê ye û wiha peyivî: “Di encama lihevnekirinê de dibe ku niha bi Iraqê ve hatibe girêdan. Lê belê ew der parçeyek ji axa Kurdistanê ye û Kerkûk ji bo me Quds e. Ev rastî nayê guhertin. Meseleya Kerkûkê, ji bilî rewşa xwe ya demografîk, ji ber hebûna rezervên petrolê bi rengekî xumamî hate hiştin û bêyî bicihanîna destûra bingehîn û pejirandina Serokkomariyê, di pratîkê de hate dagirkirin. Ev yek ne rewşek e ku were qebûlkirin.” Li ser bingeha sîstema federal Dr. Sabir Îsmaîl bal kişand ser pirsgirêkên navbera Bexda-Hewlêrê û wiha pê de çû: “Hikûmeta Iraqê li ser bingeha sîstema federal dikare aramiya civakî biafirîne. Pêşveçûna hikûmeta Iraqê bi têkiliyeke rast a bi Kurdan dibe. Ji ber ku Kurd di heman demê de temînata jiyana hindikahiyên din in. Heger Bexda bi rengekî dijberî destûra bingehîn bi feraseta tenê ‘temsîliyeta Ereb’ bi pêş ve biçe (ku dagirkirina Kerkûkê nîşaneya vê ye) hingî ber bi rewşeke metirsîdar ve diçe. Her meseleya Kurd li pêş e Ev yek jî wê bibe sedem ku pirsgirêkên cuda derkevin pêşiya Iraqê, ku hîn ji belayê DAIŞ‘ê rizgar nebûye. Lewma divê li ser bingeha destûra bingehîn gav bên avêtin. Dema ku mirov bala xwe bide dîroka Iraqê, ji Siltaniyê heta Komarê, ji Komarê heta serdema Abdusselam Arif û Sedam Huseyîn, di pêvajoya têkbirina wan de meseleya Kurd derdikeve pêş.” Temînata nasnameya Ereban e jî Dr. Sabir Îsmaîl dubare îşaret bi destûra bingehîn a federal a Iraqê kir û got, “Hikûmeta nû heger li ser bingeha destûra bingehîn a federal tevbigere û zilma li Kurdan hatiye kirin bibîne, wê hingî karibe li ser piyan bimîne. Komkujî heta niha timî ji aliyê desthilatdaran ve hatin kirin. Kurdan jî timî jiyana bi hev re parast. Bi dîtina min Kurd di heman demê de temînata nasnameya Ereban e jî.” Rê dûr û dirêj e Li ser namzetî û hedefên xwe jî Dr. Sabir Îsmaîl got, “Beriya namzetiya min, divê em rewşa niha ya hikûmetê ji nû ve diyar bikin û dilsoziya bi destûra bingehîn re nû bikin. Bi dilsoziya bi destûra bingehîn re pêşî li îstîsmarê dikare were girtin û pêvajoya aramiyê ji nû ve dikare bê destpêkirin. Niha, krîza aborî, siyasî, eskerî û civakî heye ku bandorê li Rêveberiya Herêma Kurdistanê û gelmeperiya Iraqê dike. Heger em di hikûmeta nû de van ewle nekin, ev ê rê li ber pirsgirêkan veke. Heger em karibin ji bo çareserkirina meseleyan îradeya hevpar nîşan bidin, hingî em ê bi pêş ve biçin. Rê dûr û dirêj e, bi demê re wê diyar bibe ka em ê karibin îradeyê nîşan bidin yan na. Lê ez û hevrêyên xwe bi vê bawer in.”

Dr. Sabir Îsmaîl kî ye?

Îsmaîl sala 1947’an li Silêmaniyeyê ji dayik bûye, bavê du zarokan e hîn di emrê zarokatiya xwe de di nava Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Kurdistanê de dest bi siyasetê kiriye. Di 16 saliya xwe de bû endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê. Îsmaîl, sala 1974’an piştî ku di nava PDK’ê de qutbûna siyasî dest pê kir, bi pêşengiya Celal Talabanî cihê xwe di nava karê damezrandina YNK’ê de girt. 1992’an vegeriya Dr. Muhammed Sabir Îsmaîl, ji sala 1977’an heta 1992’an bi navê YNK’ê li Ewrûpayê bi berpirsyariyên siyasî rabû, sala 1992’an piştî ku Rêveberiya Kurd a Herêmî ava bû, vegeriya Başûrê Kurdistanê. Îsmaîl salên navbera 2001-2004’an Nûnertiya YNK’ê ya Washingtonê kir. Îsmaîl di navbera salên 2004-2010’an de Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Çînê, di navbera salên 2010-2013’an de Serokê Daîreya Asyayê ya Wezareta Karên Derve ya Iraqê û herî dawî jî di navbera salên 2013-2016’an de Sefîrê Iraqê yê li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bû. Îsmaîl sala 2016’an teqawît bû.