Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo, rewşa nû ya piştî Mûsil ket destê çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) rû da, nirxand. Hemo bi taybetî bal kişand ser Kerkûkê û got, “Kerkûk Qûdisa Kurdan e. Em weke YPG di her şert û mercî de amade ne, bi birayên xwe re parastina Kerkûkê bikin.” Hemo diyar kir ku ji bo Kurdan firsendeke dîrokî li holê ye û got, “Serketin wê bibe ya Kurdan û gelên Kurdistanê. Ji ber ku yê mafdar em in.”

Sîpan Hemo bersiv da pirsên ANF’ê û êrîşên DAIŞ‘ê yên di 10’ê Hezîranê de li Mûsilê destpê kirin û heta Kerkûkê li gelek herêmê belav bû, nirxand. Hemo da zanîn ku ew amade ne gelê Başûrê Kurdistanê, di heman mewziya bi pêşmergeyan re biparêzin û destnîşan kir ku ev yek ne tenê di gotinê de ye, vê gavê li hin cihan bi hêzên pêşmergeyan re li dijî çeteyan ew ketine nava tevgerê.

Li herêmê bi taybetî jî li hemberî Mûsil û Kerkûkê êrîşên komên çete rû dan. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin?

Ji vê derê silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelên Kurd û Kurdistanê dikim. Hêvîdarim ku Kurd wê li hemû parçeyan serketî bin û ji bo vê jî em amade de barê dikeve ser milê xwe hilgirin. Di rojên dawî de li herêmê bi taybetî jî li Kurdistanê pêşketinên girîng û guherîn tên jiyîn. Em weke YPG vê rewşê ji nêz ve dişopînin. Ji ber ku me ji nêz ve eleqedar dike ev rewş. Lewma em hewl didin hin planan bikin, tedbîrên xwe bistînin. Li gorî vê yekê em di nava amadekariyan de ne.
Der heqê van guherîn û pêşketinan de me beriya niha di vê mijarê de hin hişyarî dabûn. Jİ ber ku em zêdeyî saleke li Rojava li dijî koma DAIŞ’ê şer dikin û di nava pevçûnan de ne. Yekîneyên me zêdeyî saleke li hemberî vê komê li ber xwe didin, gelê Kurd û gelên Rojava diparêzin. Hînê jî diparêzin. Hêzên me biv ê berxwedana bi heybet re, Kurd û gelên Kurdistanî yên li Rojava bi lehengî parastin. Di daxuyaniyên xwe de me digotin, ‘ev êrîşên li hemberî me êrîşên li dijî tevahiya gelê Kurd e.’ Me bi awayekî zelal destnîşan dikirin ku hedefgirtina Rojava di heman demê de hedefgirtina tevahiya Kurdistanê ye. Lê mixabin ji ber nêzîkatiyên biçûk ên hin partiyan ji bo berjewendiyên xwe, nêzîkatiyên cuda li hemberî van hişyarî daxuyaniyên me hatin nîşandan.
Ji ber vê yekê ev êrîş îro li Başûrê Kurdistanê li hemberî gelê me bi hovane tê kirin. Me weke YPG ev soz dabû xwe û gelê xwe û me gotibû; li ku derê dibe bila bibe, eger li hemberî gelê Kurd êrîşek were kirin em hêzên wan ên parastinê ne û emê bi berxwedan û têkoşîneke mezin, li dijî her şêweyên êrîşan Kurdan biparêzin. Di çarçoveya vê soza xwe de me amadekariyên xwe yên li hemberî êrîşeke li dijî gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê kirin û me xwe ji vê wezîfeyê re erkdar dîtin. Niha jî em hewl didin vê wezîfeya xwe bicih bînin.

Armanca van êrîşan çiye?

Êrîşên li dijî Mûsil û Kerkûkê bi tenê parçeyek ji van êrîşan bû. Ev êrîş bi tenê parçeyek ji êrîşên li hemberî herêmê û bi taybetî jî li hemberî Kurdistanê ne. Hewldanên parçekirina herêmê bi şêweyên cuda ye. Hewldanên ji bo bihev xistina çand, gel, civak û baweriyan e. Hewldanên li Rojhilata Navîn derxistina şerê navxweyî û fetisandina di nava çiravê de ne. Û piştre jî ewlekirina berjewendiyên hin hêzên navneteweyî ye.
Şerê li Sûriyeyê û Iraqê îro diqewimin, mîna ku me beriya niha tespîta wê kiribûn, nîşan didin ku li herêmê şerê sêyemîn ê cîhanê yê kûr û dijwar diqewime.

Weke YPG hûnê li hemberî vê yekê helwesteke çawa nîşan bidin?

Li Iraqê, li Sûriyeyêyê guhertin û pêşketin çi dibe bila bibe, weke Yekîneyên Parastina Gel YPG ya ji bo me girîng berjewendî û destketiyên gelê Kurd û gelên Kurdistanî ye. Destketiyên gelên Kurd, Ereb, Keldanî, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirkmen, jiyana wan a azad û pêşeroja wan a azad ji bo me gelekî girîng e. Ya girîng parastin û ewlekirina van e. Em garantoriya van dikin. Ya ku me yekser eleqedar dike, parastina destketiyên gelên Kurdistanî ye. Me ev yek li Rojavayê Kurdistanê li hemberî êrîşên berfireh û giran parast. Em ev bi ser xistin. Me îro bi awayekî vekirî û zelal ragihandin ku em amade ne bi hêza fermî ya Başûrê Kurdistanê bi Pêşmergeyan re gelê xwe û gelên Kurdistanî biparêzin. Me ev yek destpêkê weke daxwazekê aşkera kir. Dûre jî di pratîkê de me ev yek bicih anîn.
Îro Yekîneyên me yên Parastina Gel YGP li bajarê Rabîa û li hin cihên nêzî Şengalê bi Pêşmergeyan re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Çi li Rojava, çi li Başûrê Kurdistanê Mûsil û Kerkûkê ferq nake. Em amade ne bi birayên xwe re di heman mewziyê de gelê xwe yê Başûr, gelên xwe, xaka xwe û destketiyên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, xeteriya bi êrîşên dawî re derket holê, ji bo me hêzên Kurdan tiştek şert û ferz kir.
Di rojên dawî de me helwestek nîşan dan. Ya rast ev helwesta me ne helwesteke nû ye. Ji destpêkê ve nêrîn û xeta me ev e. Weke YPG ji roja destpêkê ya avabûna xwe û vir ve xeta em dişopînin ev e. Xeta me ew e: Me ragihandin ku dema herêmên Kurd ketin bin xeteriyê, li kîjan herêma Kurdistanê dibe bila bibe, em amade ne biparêzin. Li gorî hina YPG’ê ev xet nû pejirandiye. Ne welê ye, ev yek xet û felsefeya damezrandina YPG’ê ye. Me li hemberî hemû êrîşên heta niha hatine kirin li berxwe dan û seknek nîşan dan. Weke nêrîn û xeta me; eger li Bakurê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê jî êrîş werin kirin, wê helwesta me ev be. Kengî û li ku derê be, weke YPG em her tim xwedî helwest in.
Bi vê yekê ve girêdayî em niha bi awayekî zelal dikarin vê bêjin. Weke YPG ev nêzî sal û nîveke me li dijî koma çete ya DAIŞ’ê şerekî giran û tund meşandin. Ji Efrînê heta Cizîrê û Til Koçer, me li qadeke berfireh li dijî vê koma çete şer kirin. Ev şer zêdeyî saleke dewam dike. Di nava vê berxwedan û vî şerî de hêzên me bûn xwedî ezmûn. Hêzên me di şerê i hemberî van komên çete de gihaştine asta pisporiyê. Bi vê bîr û baweriya ji xwe, em amade ne wezîfeya xwe ya parastina gelê xwe yê li Başûrê Kurdistanê gelên welatê xwe, meşandina şerê parastina xaka xwe bicih bînin.
Bêguman hêzên fermî yên gelê me yê Başûr heye. Ku ji ve re hêzên Pêşmerge tê gotin. Kengî van hêzan ji me alîkarî xwest, em amade ye bi her awayî alîkariyê bidin. Em dibêjin ku em amade ne biçin alîkariya wan û li wir li ber xwe bidin. Em destnîşan dikin ku em amade ne bi wan re li heman mewziyê, li dijî vê koma dagiker, êrîşkar a temamiya gelê Kurd hedef digire, li ber xwe bidin. Em amade ne ezmûnên xwe bi wan re parve bikin, derfetan bidin wan û di heman mewziyê de şer bikin.

Ev êrîş kîjan rêyê nîşanî Kurd û gelên Kurdistanî dide?

Îro baştir derketiye holê ku ev komên ne diyar in çi ne, ji bo berjewendiyên kê şer dikin, ji bo berjewendiyên kîjan welatên herêmê şer dikin, ji bo berjewendiyên kîjan hêzên navneteweyî şer dikin.
Bi awayekî zelal îro derketiye holê ku ev hêzên tarî yên demeke dirêje Rojava kirine hedefa xwe, bi van êrîşan re tevahiya gelê Kurd hedef digirin. Ev êrîş li ser me Kurdan rastiyekê ferz dikin ku em hemû hêzên Kurd vê rastiyê bibînin. Ev rastî jî; yekitiya neteweyî ya Kurdan, helwesta hevpar a Kurdan û pêkhatina kongreyeke neteweyî ye. Bi hêza hevpar, siyaseta hevpar û hêza parastinê ya hevpar re ancax ev pêşî li van êrîşan dikare bê girtin. Ev yek êdî ji bo me ne tercîheke, ji bo me neçariyeke.

Tevî xeteriya van êrîşan, gelo aliyên wê ku ji bo Kurd û Kurdistanê veguherin firsendê hene?

Dema me ev tişt gotin li Kobanê li dijî van çeteyan şerê me dewam dike, li herêma Cizîrê şerê me yê li dijî vê koma çete dewam dike. Tevî vî şerê xwe em amade ne li Başûr bi birayên xwe re di heman mewziyê de şer bikin. Em hêzeke bi vî rengî rêk û pêk, rêxistinbûyî û ji wezîfeyê re amade ne. Ji ber ku armanca vê koma ku navê DAIŞ’ê li xwe kiriye, ne Şîa ye, ev yek li Sûriyeyêyê îspat kiriye. Hedefa wan ne Sûnî ye ev yek li Iraqê îspat kiriye. Bi têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re nîşan dide ku hedefa wan ne Sunî ye. Têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞ‘ê re gelekî vekirî ye. Mînak; Davûtoglû da xuyakirin ku wan li Mûsilê bi hevdîtinan çend heb wesayîtên xwe dane berdan. Tiştekî din; beriya hefteyekê hêzên Tirkiyeyê bi awayekî gelekî veşartî, bi konvoyeke mezin di bin parastina DAIŞ‘ê de destpêkê ket Cerablûsê, ji wir jî çû Mumbiçê û derbasî tirba Şah Suleman bû. Hêza ku li wir hêza xwe guhert, dîsa ji ser heman xetê vegeriya Tirkiyeyê. Mînakeke berçav; Tirkiyeyê Cephet El Nusra xist lîsteya rêxistinên terorîst, lê belê DAIŞ nexistiye vê lîsteyê.
Ev hemû nîşan didin ku xwedî têkiliyên xurt in. Ev mînak nîşan didin ku xwedî danûstandineke xurt in. Ji bo DAIŞ‘ê Sûniyên Tirkiye, Iraqê qet ne girîng e. Ya hedefa wan; gelên Kurdistanî ye. Û Kurdistan e.
Li dijî van êrîşan tişta divê em weke gelên Kurdistanî bikin ew e ku bi yekitiya ruh, yekitiya hest û yekitiya nêrînê, welatê xwe biparêzin. Tevî ku ev êrîş gelekî xetere ne jî, firsendekê pêşkêşî me dikin.
Ji bo Kurdan Kerkûk xewnek bû. Îro artêşa Iraqê bi awayekî zelal aşkera kiriye ku nikare biparêze. Divê Kurd bi her tiştê xwe Kerkûkê biparêzin. Em weke YPG ji vê wezîfeya pîroz re amade ne.
Kerkûk Qûdisa Kurdan e. Kerkûk yek ji cihên girîng ên Kurdistanê ye. Ji bo Kurdan ti cudahî di navbera Kerkûk, Amed, Qamişlo û Mahabadê de nîne. Em diyar dikin ku weke YPG amade ne di her şert û mercî de bi xwişk û birayên xwe re Kerkûkê biparêzin û divê hemû hêzên Kurdistanî di vê mijarê de bibin xwedî helwesteke zelal.
Divê Kurd vê firsenda ji bo wan derketiye holê ji dest bernedin û xwedî lê derkevin. Serketin wê bibe ya me Kurdan û gelên Kurdistanê. Ji ber ku yê mafdar em in.  



SEYÎT EVRAN/ANF/QAMIŞLO