Jixwe belavbûna çeteyên DAIŞ’ê ya bi hêsanî da diyarkirin ku dewlet nikare gelan biparêze. Kerkûk yek ji bajarên Kurdan ê xwedî 5000 sal e. Kerkûk her çiqas bajarê Kurdan be û parçeyek ji axa Kurdistanê be jî, bi demografiya xwe ya îro û heta ya kevnar de, her dem di nava xwe de bûye mozaîkek ji mozaîka gelan. Kurd, Arap, Tirkmen, Sûryanî û Asûrî, her wiha di hêla baweriya olî de jî wiha ye, Misilman, Xiristiyan, Kakaî û gelek mezhebên dîtir di nava xwe de her dem hewandiye. Cihûyan jî li vir bi hezaran sal jiyane, lê herî dawî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi îlankirina Îsraîlê re, Cihûyan berê xwe da wir û li ser vê bûyerê Partiya Baas ew ji hemwelatiya Iraqê derxistin.
Destwerdan û hejarî
Li ser axeke ewqas zengîn ku bi çavkaniyên petrolê tê zanîn, her wiha axa ji çandiniyê re bi bereket, çandeke mirovahiyê ewqas zdewlemend tê jiyîn. Yanî bi hezaran sale ewqas gel bi hev re jiyane, lê mixabin tu carî ji van dewlemenbûnan feydeyek nedîtine. Dewlemendiya zêrê reş her dem çavên kesên tema kişandiye û dewlemendbûna çandî li dewsa aramî û hevsengiyê bûye çavkaniya nakokî û li hember hev çeper girtinê ye. Bêguman ev faktora duyemîn rasterast bi yekem re girêdayî ye. Yanî destwerdanên derve neba dewlemendiya vî warî, mirovên li vir wê bi awayekî dîtir bida jiyîn.
Hejariya bêstatûbûnê
Dema tu di kolanên navenda Kerkûkê re derbasî dibî, rewşa belengaztiyê bi awayekî zelal li berçavan dibînî, rewşa navçe û gundên wê jî ji navendê cûda nîne. Di nav ewqas dewlemenbûnan de ewqas hejar jiyan bûye para niştecîhên vir. Di salên dawî de îfadeya îzahetkirina vê yekê bi gotina ‘’Statuya wê diyar nîne’ tê bilêvkirin, ev gotin rewşê bi awayekî zelal radixe berçavan û hewceyî bi şîrovekirinê nahile. Aliyekî ku bi millet û berjewendiyên wan bifikire nîne. Nakokî û şerê heyî li ser bi destxistina çavkaniyên petrolê ne.
Dijminê nû DAIŞ
Di 9’ê meha Hezîranê de piştî vekişîna hêzên artêşa Iraqê kontrola bajêr ket dest peşmergeyên YNK’ê, ji xwe tê zanîn di hukûmeta herêma başûrê Kurdistanê de wezareta petrolê di destê PDK’ê de ye. Yanî her çiqas YNK kontrola bajêr xistibe dest jî petrol di destê PDK’ê de ye. Lê tişta em dixwazin behs bikin; 9’ê Heziranê hevkêşeyên polîtîkaya li Başûr guhertin. Dijminekî hevbeş bi navê DAIŞ peyda bû û ji bo berjewendiyên hêzên weke DYA û Îngiltere, Iraq û hêzên Başûrê Kurdistanê weke faktoreke bi xeter di maweyekî kurt de xwe danî holê. Ev hêz ketin rewşa îstînfarê, xeta xwe ya sor ji bo hemû dinyayê dan diyarkirin. Xeta sor, xeta petrolê ye! Îstînfar û hawara wan ji ber du sedeman pêş ket, a yekem berjewendiyên wan a duyem ji nû ve bidestxistina îtîbara di çavên gel de hatiye windakirin.
Hêza gel bi xwe
Hemû bûyerên di van du mehên dawî de pêk hatine, yek tişt bi awayekî aşkera da diyarkirin. Dewlet nikare gelan biparêze, daketina DAIŞ’ê ya ji meydanan re û bilavbûna wan a ewqas hêsan vê yekê îspat dike. Her çiqas van welatan ji bo hin berjewendiyên xwe DAIŞ bi kar anîbe û çavên xwe ji wan re girti be jî, tişta derket holê ku gelek tenê bi xwe sipartina hêza xwe ya cewherî dikare xwe biparêze. Li hember bûyerên belavbûna DAIŞ’ê mirov difikire, gelo ger her gundek û bajarek xwedî hêzeke parastinê ba wê DAIŞ kariba ewqas belav bibûya? Bêguman ewqas hêsan nedibû û rewşên weke yên Şengalê rû nedidan. Mînakên vê yekê gelek in. Vaye Rojava bi hêza xwe ev sê sal in li hember van çeteyan li ber xwe dide û darbeyên giran li wan dide. Rewşa li Rojava rastiya xweparastina cewherî bi awayekî zelal dide îspatkirin.
Amerlî şer kir
Li vir li Kerkûkê mînakeke dîtir a xweparastina cewherî ev du mehen de rû dan. Gelo rewşa nahiyeya Amerlî çi ye, hîna çiqas dikarin li hemberî çeteyan li ber xwe bidin? Amerlî nahiyekeke girêdayî Dûzxormatû ye ji Kerkûkê 80 km dûr e. Pêkhatiya gelê wê ji Tirkmenên şîî ne. Nêzî 17 hezar mirov li vir dijîn. Piştî hatina DAIŞ’ê û paşvekişandina hêzên artêşa Iraqê DAIŞ’ê weke ku ketiye her deverê xwest bikeve Amerliyê jî. Lê niştecihên vir dizanibûn ketina DAIŞ’ê tê wateya pêkanîna qirkirina wan. Lewma bi derfetên xwe çekên xwe yên heyî re, dest bi berxwedanê kirin û rê nedan van çeteyan da ku bikevin diyarên wan. Du meh e DAIŞ ew dorpêç kirine û nedihişt ji derve destek ji wan re bê. Ji xwe destek nedikarî bihata jî ji ber derdora devera wan hemû jî di kontrola çeteyan de ye. Çeteyan di nav du mehan de gelek caran xwe cereband lê nikarî bikeve wir û rastî berxwedana Amerliyan hat. Av li ser wan qut kirin û bi vê yekê rê li ber rewşeke trajîk vekir. Di nav mirovên li wir gelek nexweşî belav bûn û her roj agahiyên mirina zarok û kalan dihat. Lê tevî hemû tiştî wan dest ji berxwedan xwe bernedan. Herî dawî piştî ku artêşa Iraq û hêzên pêşmerge guh dan hawara wan dest bi operasyonê kirin.
Di van rojên dawî de mînakên hîn balkêştir ên em dibihîzin hene, li gelek devaran kesên ku rastiya çeteyan nizanîbûn û hatina wan weke xelasbûnek ji xwe re didîtin hebûn. Bi taybet beşek ji Erebên sunnî. Vê gavê hin ji wan hilgirtine çeka xwe û li hember çeteyan dest bi şer kirine weke aşîreta El Şeêtat ku yek ji aşîrê herî mezin ên li Dêrezora Suriyeyê ne. Her wiha Şêx Enwer El Asî Emîrê Aşîreta El Ubeyd li Heweyece ya 55 km dikeve rojavayê Kerkûk, berî çend rojan ji sîteya bi navê KERKÛK NAW axifîbû wiha gotibû: “Em vê gavê ji pêkhatiyên Kerkûk û İraqê hewl didin hêzeke leşkerî ava bikin da ku şerê çeteyan bikin û wan ji deverên xwe derxin.”
Hatina gerîla girîng e
Herî dawî dixwazim bal bikşînim ser nuqteyeke dîtir. Bi pêşketinên dawî re meseleya yekîtiya neteweyî bi awayekî xurt ket rojeva me. Di vê der barê de hêviya me her Kurdekî ev yek di demekî zûde pêk were. Li vir li Kerkûkê dema em nav pêşmergeyên YNK’ê de digeriyan û nêrînên wan ên der barê yekîtiya neteweyî de û hatina gerîlladan digirt, her kesî ev bersiv dida, hatina gerîllayan rihê yekîtiya neteweyî da îspatkirin û divê hatina wan ji bo pêkanîna yekîtiyê di dema wê pêk were û ev firsend ji dest neyê berdan. Lê tişta balkêş her kesî dema ev bersiv dida weke pêşmerge Şaxewan û gelek hevalbendin wî gotina bila vê carê rayedarên me di vê mijarê de bîryarek rast bidin di bilêvkirinê de şûnde nediman. Belkî sedema vê ji bê baweriya ku Kurd ti caran nabin yek an jî weke ku bêjin em rastiyê dibînin lê mekanîzmaya bîryardayînê ne di destê me de ye bi lêv kirine.
GÎVARA AZAD/KERKÛK