Piştî 16’ê Cotmehê Kerkûk ji hêla artêşa Iraqê û hêzên Şiî ve hat dagirkirin û rêveberiya wê ji destê Kurdan çû, hê jî hizbên Kurd li Kerkûkê li hev kom nebûne.

ARÎ FEQÎ/EHMED KERKÛKÎ / ANF/KERKÛK

Çavdêrên siyasî dibêjin,  Rêkan Seîd ne hiqûqî walîtiya Kerkûkê dike û diyar dikin ku heta niha Kurd nikarîne ji bo hilbijartina waliyê Kerkûkê li hev bikin.

Encumena bajarê Kerkûkê ku piranî Kurdin piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û şûnde heta niha li hev kom nebûne da ku ji bo hilbijartina waliyê nû yan jî  pêşî li biryarên Rêkan Seîd bigirin. Yek ji sedemên li hev kom nebûne Kurdan jî ew e ku hinek endamên PDK’ê ya bajarê Kerkûkê li bajêr venegeriyane. Çavdêrên siyasî derheqa mijarê de peyivîn.

Kurd li hev kom nebûne

Çavdêrê siyasî Letîf Feteh Ferac bal kişand ser bûyerên 16’ê Cotmehê ya dagirkirina artêşa Iraqê li gel Heşdî Şebî ya Kerkûkê û got: “Piştî 16’ê Cotmehê û vir ve bi awayekî ne hiqûqî walîtiya Kerkûkê tê birêve birin. Yek ji sedemê wê ye sereke ew e ku Kurd piştî wan bûyeran heta niha li hev kom nebûne ku guftûgo li ser posta walîtiyê bike.”

Berjewendiyên hîzbî

Ferac destnîşan kir ku aliyên siyasî ji berjewendiyên netewî zêdetir xizmeta berjewendiyên hîzb û partiyan dike û wiha pêde çû: “Baweriya min bi aliyên Kurdî nîne ji ber ku berjewendiyên hîzbî zêdetir ji berjewendiyên netewî li ber çav tên girtin. Encûmana parêzgeha Kerkûkê ji 26 kesan pêk tê, dikare bi awayekî hêsanî birayarên xirab ên bicihkirina Ereban, şêwazdayîna siyasî û civakî dîsa biryarên aliyekê li ser aliyekî din sepandin ên Rêkan Seîd ên civakî vala derbixe ku xizmetê ji bo yek alî dike.”

Pêşî li biryarên Rêkan Seîd jî nagirin

Endamê Encûmena bajarê Kerkûkê Ehmed Eskerî nerazîbûn nîşanî endamên meclîsê da ku li hev kom nabin û got: “Ji ber li hev komnebûna endamên Kurd ên encûmena bajar kiriye ku waliyek û encûmenekî nû ji bo bajar neyê hilbijartin. Her wiha li ser li hev komnebûnê endamên encmûmenê rê li pêşiya biryarên Rêkan Seîd jî nayê girtin.”

Venegera PDK´ê jî sedemek e

Çavdêrê Siyasî Mihemed Golderî jî bal kişand ser biryarên Rêkan Seîd û got: “Rêkan Seîd sonda hiqûqî dixwe û dibe parlemeter, mafê walîtiyê bi wekalet jê tê girtin û biryarên ku dayîn bi ti awayî ne di berjewendiyên pêkve jiyana pêkhateyên herêmê bû. Ew biryarên ku piştî 16’ê Cotmehê derxistî li dijî neteweya sereke ango Kurdan e.

Yek ji sedemê sereke yên biryarên Rêkan Seîd ên li dijî Kurdan çavkaniya xwe ji helwestên lewaz ên hinek aliyên Kurd bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ku nagerin Kerkûkê ye ku li dijî wan biryarên li dijî Kurdan tên derxistin derbikevin. Divê endamên lîsta birayetî yên ser bi partiya PDK’ê vegerin ku bi erka xwe rabin û pêşî li van biryarên li dijî Kurdan tên stand bigirin. Berpiryariyeke mezin dikeve ser milên endamên encûmenê yên ku venagerin û tenê ketine xizmeta berjewendiyên hîzbî û partiyan.”