RÊBAZ HESEN / ANF / KERKÛK


Gelên Kerkûkê ji bo Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî di şînê de ne. 

Ereb, Kurd, Tirkmen ji bo Mam Celal dibêjin, “gelan bavê xwe ji dest da, ti caran wê cihê wî neyê tijekirin.”


‘Garatorê gelan bû’

Serokê Eşîra Cenabîm Şêx Mihemmed ji bo wefata Celal Talabanî got, “Mam Celal garantorê gelên Iraqê bû. Mirina Mam Celal pirr giran e. Mirov nikare ragire.

Em Erebên Iraqî, Kerkûkî pirr xemgîn in. Rewşeke giran e, nayê zimên. Em sersaxiyê ji gelên Iraqê re dixwazin. Di serî de yê Ereb, Tirkmen, Asûrî, Suryanî, Kurd, rêberê hemû gelan bû.”


‘Ji bo biratiyê xebitî’

Abdurrahman Yusufaga yê Tirkmen jî li ser wefata Mam Celal got, “Mam Celal ji bo biratiya gelan, ji bo aştiyê dixebitî. Bi taybetî ji bo ku li Kerkûkê ev were parastin, xebitî. Em bi dilekî rehet dikarin bibêjin, sembola jiyana bi hev re û bi biratî ya gelan li Kerkûkê Mam Celal bû. Bila cihê wî bihuşt be.”


‘Cihê wî nayê dagirtin’

Berpirsê Karê Derve yê YNK’ê yê Kerkûkê Xweşyar Ebdirrehman jî got, “Mirina Mam Celal gelên Iraqê pirr xemgîn kir. Bi bandora erênî ya Mam Celal a li ser Iraqê û bi taybetî li ser xelkê Kerkûkê, her kes dizane gel her car li her deverê dibêjin.

Roja înê li Kerkûkê, em Kerkûkî em ê taziya wî deynin. Nebûna siyasetmedarekî wiha mezin û karîzmatîk wê bandorê li YNK’ê bike. Cihê wî nayê dagirtin.’’


‘Jinan parêzerê xwe ji dest da’

Seroka Yekîtiya Jinan a Kerkûkê ya YNK’ê Lava Zengene: “Mam Celal xwedî li wan saziyan derdiket ku xwedî li aştî, biratî û azadiyê derdiketin. Kesayatiyeke rêber ê wiha bû ku cihê wî nayê dagirtin. Ti kes nikare şûna wî bigire.”