Berpirsê Encûmena Rêveber a Kerkûkê yê ji lîsteya PDK’ê Selah Delo ragihand ku partiyên Kurdistanî li ser lidarxistina referandûma Kerkûkê hemfikir in û got, “Referandûma Hêrêma Kurdistanê Kerkûk û herêmên bi nakok jî dihewîne.”
Ji bilî Tevgera Gorran, partiyên Kurdî yên Kerkûkê doh civîneke hevbeş li dar xist. Piştî kombûnê Berpirsê Encûmena Rêveberiya Kerkûkê Selah Delo daxuyanî da çapemeniyê. Selah Delo da zanîn ku wan di civînê de qala rewşa Kerkûkê û referandûmê kiriye û partiyên Kurd hemû di mijara lidarxistina referandûma Kerkûkê de hem fikir in.
Sebaret bi referandûma Herêma Kurdistanê jî got, “Kerkûk û hemû herêmên nîştecihên wê yên Kurd dihewîne. Li gel referandûma Herêma Kurdistanê, wê referandûma Kerkûkê jî pêk were. Ji bo vê jî me lijneyek damezrandiye ku wê serdana pêkhateyên Kerkûkê bikin.”
Destpêka meha Nîsanê, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi pirraniya dengên Encûmenê biryar da ku referandûm li Kerkûkê pêk were.
ROJNEWS/KERKÛK