Mizgefta civata Kurd a li bajarê Fransayê Metzê a bi navê Mizgefta Selahedîn Eyûbî a Saint Avoldê, ji bo destekkirina zarokên koçber ên ji Efrînê, çalakiyek bi rê ve bir. Mizgefta Selahedîn Eyûbî du rojan kermesek çêkir. Ev kermes jî bi destê zarokan hat çêkirin. Nava wan de Xezal, Melîk, Evîn, Xatûn, Sêvê, Hêja, Meryem, Canan, Adem û Yêzda hebûn. Di kermesê de 1.265 euro hatin berhevkirin û ev pere ji bo zarokên koçber ên ji Efrînê re wê bên şandin.