Şoreşa Sûriyeyê û Rojava di sala xwe ya 6’emîn de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Di vê pêvajoya şoreşê de me weke gel û tevger bi xeta xwe ya sêyemîn û têkoşîna xwe ya parastina cewherî têkoşînek bêhempa meşand û şerê îspatkirina hebûna xwe da meşandin. Lê ev ne ewqas hêsan bû. Heya niha li gel serkeftin û destkeftiyên siyasî û leşkerî ku li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên herêmê re hatine bidestxistin, êşên mezin hatine kişandin û berdêlên mezin jî hatine dayîn. 

Di demeke ku tevahiya Sûriye di nava wêranî û xerabûnê de, me hemû herêmên xwe ji xerabûn, talan û wêrankirinê parastin. Di demeke ku valatiyeke rêveberî û ewlekarî li tevahiya Sûriyeyê hebû, me dikarî em bi avakirina Kantonan herêmên xwe bi rêve bibin. Di demeke ku li ser navê ol û etnîk mirovan hevdû dikuştin û mirov dihatin serjêkirin de, me hemû ol û bawerî hembêz kirin û rêgeza pêkvejiyanê esas girt û niha li herêma me ji hemû herêmên din ên Sûriyeyê bêtir îstqrar heye. Di demekê de ku li tevahiya Sûriyeyê xitimandinek siyasî heye û hêz li ser parvekirina desthilatdarî li hevdû nakin, me weke tevger dikarî projeyên alternatîf weke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê weke rêyên çareseriyê ji bo tevahî gelên li Sûriyeyê pêşkêş bikira û ev bibe modêl ji bo tevahiya Sûriyê. 

Lê mixabin di dema ku evqas serkeftin û têkoşînek bê ku ziyanên mezin bide gelên li Sûriyeyê hatî meşandin û ji milê xwe de fedekariyek mezin me kiriye jî, lê cîhanê tevî çavên xwe ji vê têkoşînê re girt û bi komployan her xwestine van projeyên me yên siyasî têk bibin. Ji hêla leşkrerî ve bi rêya dewleta Tirkiyeyê bi komên çete hemû rengên êrîşên wehşî li ser herêmên me hatine meşandin û xwestine van herêman jî mîna deverên din ên Sûriyeyê xerab bibin. 

Ji hêla PDK û dewleta Tirk ve dorpêçkirinek hatî dayîn û cîhan tev li beramberî vê dorpêçê bêdeng e. Bi mehan e li Şêxmeqsûd topbaran hene, heya niha bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan sivîl li ser sînorê Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane. Li Şehba komkujî pêk tên, di bin navê êrîşên DAÎŞ’ê yên xwekujî de ku planên Tirkiyeyê ne, bi dehan komkujî pêk hatin. Di hêla aborî de dorpêçek heye, di hêla dîplomasî de reşkirinek heye, kes vê nabîne. Hemû cîhan, saziyên mafên mirovan rola sê meymûnan dilîzin. Kes nabêjê ev gel jî xwedî hest e û dikare bertekên cuda nîşan bide. 

Di vê demên dawî de hin bûyer li Rojava qewimîn em jî teswîb nakin, weke cenazeyên komên çete li nava bajarê Efrînê gerandin û hin mijarên din. Me jî di cih de nedît û daxuyanî dan. Lê hemû qelemşûran dest bi tehşîrkirinê kirine û êrîş dikin. Dibêjin ev komkujî ye û dikin hinceta êrîşê. Lê heman komên çete li Til Rifat 11 şervanên YPG,YPJ şehîd kirin. Kesî negot çima ev komên çete çûne ser wan û 11 şervan şehîd xistine. Li Şêxmeqsûd zarok, jin û extiyar bi awayekî wehşî bi topên dojehê tên kuştin, mal tên wêrankirin, xanî bi ser wan de tên hilweşandin, kes dengê xwe nake. Li Tilhasil, Keferzixîrê, Tiltemer, Hesekê  û Kobanê komkujî pêk hatin. Li Bakurê Kurdistanê ku hemû mirovên Rojava ne, Sûr, Şirnex, Nisebîn li ber çavên wan xerab dibe, bi tangan di ser cenazeyên wan re diçin, jinên me tazî dikin û davêjin kolanan û tehşîr dikin, komkujiyan pêk tînin. Kes nabêje ev çi komkujî ne. 

Lê dema hêrsa ciwanekî û şervanekî me radibe û bertekek tund nîşan dide, kêmaniyekê dike qiyamet radibe û her kes qala mafên mirovan dike. Ev çi cîhan e, çi wijdane û çi mirovahî ye. Di vê cîhana zalim û bê wijdan de, kes êşa Kurdan nabîne. Tenê êrîş dikin, tu kes nabîne û qala vê têkoşînê neke jî ji ber ku em mafdar in em ê bi ser kevin. Ji xwe ên li heqîqetê geriyane, hatine kavilandin, hatine serjêkirin, hatine şewitandin. Lê heqîqet maye heqîqet, kes nikare vê rastiyê veşêrê.