
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di beşa doh a hevpeyvîna xwe ya li gel ANF'ê de rewşa Kurdan a li Sûriye û Iraqê, referandûma Başûrê Kurdistanê, rojeva xweseriyê ya li Şengalê û pêwîstiya bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan nirxand. Hozat bal kişand ser plana hikûmeta dewleta Tirk a dagirker a bi serkêşiya AKP-MHP´ê ya ji bo dagirkirina Şehba û Efrînê û got, "Jixwe, vê plana xwe venaşêrin. Ji bo pekanîna vê planê pêwîstiya wan bi piştgiriya navneteweyî heye. Bêyî erêkirin û desteka DYE û Rûsyayê, zehmet e ku vê plana xwe pêk bînin. Armanca Tirkiyeyê ew e ku pêşî li avabûna sîstemeke demokratîk a Sûriyeyê bigire. Bi plana dagirkirina Şehba, dixwaze vê bike. Hewl dide bi dagirkirina Şehbayê hem pêngava Reqayê qels bike, hem jî pêşî li destwerdaneke muhtemel a DYE´yê ya li Îdlibê bigire. Lewma Tirkiye ji bo destê xwe yê li Sûriyê xurt bike, pêwîstiyê bi dagirkeriyeke wiha dibîne. Hewl dide vê planê bi Rûsya û Îranê bide qebûlkirin. Eşkere ye ku di hevdîtinên navbera Tirkiye û Îranê de ev plan hatiye nîqaşkirin."
Sîstema demokratîk a federal çareserî ye
Hozat diyar kir ku têkoşîna YPG/YPJ û QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê li Sûriyeyê û li gelemperiya herêmê rê li ber bipêşketinên bêhempa vekiriye û wiha dewam kir: "Li Bakurê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk afirand. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê, ji bo gelên Sûriyeyê destketiyeke mezin e. Nîşaneya yekîtiya azad û demokratîk a gelên Sûriyeyê ye. Ev model garantiya Sûriyeya demokratîk a yekbûyî ye. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê sîstema sîwanî ya herêmên xweser e. Sîstemeke ku bibe hiqûqa rêveberiya hevpar a federasyona demokratîk a li Şamê ava bibe."
Şengalî divê ji bo xweseriyê seferber bibin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di dewama axaftina xwe de îşaret bi Şengalê kir û got, "Meclîsa Şengalê projeya Şengala Xweser a Demokratîk li raya giştî eşkere kir. Ev gelekî girîng bû. Ez wan pîroz dikim. Di nava dîrokê de gelek caran ferman li Êzidiyan rabûn. 73 caran ferman li wan rabûn. Bi saya PKK'ê pêşî li fermana dawî hate girtin. Ev trajediyeke tirsnak bû. Êşeke gelekî giran bû.
Divê Şengal xweser be. Xwedî statuyeke siyasî be, karibe xwe bi rê ve bibe û biparêze. Nabe ku êdî Şengal ji wijdanê hinekan re bê hiştin. Ji fermanan jî tê dîtin ku ji bilî Êzîdxaniyan kes nikare Şengalê, kes nikare Êzîdxanê biparêze. Ev projeya ku ragihandin, jixwe vegotina vê rewşê ye. Pêwîst e ji bo bicihanîna vê projeyê Şengalî seferber bibin."
Besê Hozat sîstemeke xweseriya demokratîk a Şengalê hem ji bo Başûrê Kurdistanê, hem jî ji bo Iraqê weke destketiyeke mezin a demokrasiyê nirxand û got, "Şengal a xweser û demokratîk wê Başûrê Kurdistanê û Iraqê demokratîk bike. Wê bi roleke welê rabe, ku dawî li kaosa 5 hezar salî û şerên giran ên tirsnak bîne."
Başûrê Kurdistanê dagirkirî ye
Têkildarî rojeva referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "PDK ji bo xwe ji vê rewşa tengav rizgar bike, ji bo mixalefetê bêdeng bike rojeva referandûmê bi vî rengî afirand. Li Başûr pirsgirêkên gelekî giran ên siyasî, aborî û civakî hene. Ev pirsgirêk êdî ji krîzê jî wêdetir, gihîştin asteke ku dikare encamên gelekî xeter bi xwe re bînin. Ev du sal in li başûr parlamen naxebite. Tevî ku Tevgera Gorran di nava rêveberiyê de ye, bi temamî li derveyî rêveberiyê hatiye hiştin. YNK tevî ku di nava rêveberiyê de ye, bandora wê tê şikandin. Dadgerî jixwe nîne. Erk hemû li nava PDK'ê, di destê Malbata Barzanî de hatine komkirin. Li Başûrê Kurdistanê malbatek desthilatdar e. Ne pêkan e ku mirov qala hebûna sîstemekê bike. Dengekî nizm ê mixalif jî bi şîdet û êrîşê tê bêdengkirin."
Hozat îşaret bi hebûna eskerî û îstîxbarî ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî kir û got, "Li Başûrê Kurdistanê 24, belkî jê zêdetir jî baregehên eskerî yên artêşa Tirk hene. Bi dehan navendên îstîxbaratê hene. Artêşa Tirk her roj li Başûrê Kurdistanê operasyonan dike, bombeyan dibarîne. Çavkaniyên aboriyê yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi pereyê ji vê derê qezenç dike, hebûna xwe dewam dike. Bazarên Başûrê Kurdistanê veguherîne sergoyên Tirkiyeyê. Mal û eşyayên ku li Tirkiyeyê divê bên avêtin, li bazarên Başûrê Kurdistanê tên firotin. Bila li qisûrê nenihêrin, lê belê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê mehkûm kirine ku xwe ji sergoyê Tirkiyeyê xwedî bike."
Ti kes ne li dijî Kurdistana serbixwe ye
Besê Hozat wekî din îşaret bi siyaseta xwe xilaskirinê ya PDK´ê ji rewşa krîzê kir û got, "Haya gelê me ji vê heye û li hemberî vê rewşê jî gelekî bi hêrs e. Wekî din, polîtîkaya PDK'ê ya li ser Bakur û Rojava di nava gel de rê li ber nerazîbûneke mezin vedike. Eşkere ye, êrîşên 3'ê Adarê û 24'ê Nîsanê yên li Şengal û Rojava, plana hevpar a dewleta Tirk û PDK'ê bûn. Hevkariya eşkere ya vê planê, PDK li Kurdistanê û herêmê gelekî teşhîr kir.
Referandûm di nava vê atmosferê de tê kirin. Piştî ku PDK'ê dît li Başûrê Kurdistanê, li gelemperiya Kurdistanê rewşa wê tê lêpirsîn û hêrseke mezin li dijî wê heye, ev rojev afirand û xwest îmaja xwe nû bike. Xwest mixalefetê bêdeng bike. Bi gotina 'li dijî Kurdistana serbixwe ye' hewl dide her kesê PDK'ê rexne dike, bêdeng bike. Bala xwe bidinê, taktîkek mîna yên AKP'ê dimeşîne."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku kes li dijî Kurdistana serbixwe nîne û got, "Gelo kî Kurdistana serbixwe naxwaze. Ev bû 45 sal in em ji bo Kurdistana azad û serbixwe bi xurtî têdikoşin. Rêberê me li Îmraliyê berdêla Kurdistana serbixwe dide. Rastiya Îmraliyê bi rengekî vekirî nîşan dide, bê kî Kurdistana serbixwe dixwaze. Bila demagojiyê nekin, gel nexapînin. Şerm e, guneh e. Mebesta PDK'ê ji Kurdistana serbixwe ew e, ku Kurdistaneke hê girêdayî, hê kole ye.
Wekî din vê yekê jî gelekî girîng dibînim. Çarenûsa Başûrê Kurdistanê temamiya Kurdistanê elaqedar dike. Çar parçeyên Kurdistanê ji nêz ve elaqedar dike. Ji ber ku rewşa li parçeyekî bandorê li hemû parçeyên din dike. Lewma cihê dayina biryarên bi vî rengî yên diyarkirina çarenûsê, Kongreya Neteweyî ye."
ANF/BEHDÎNAN