
Kalên li Xelfetiya kevin a ku ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye emrê xwe derbas kirine, dibêjin ku bendav tevî cih û warên wan, jiyana wan jî tine kiriye.
Dîrok û jîngehên li Kurdistanê bi bendav û HES'an hatine tinekirin, vediguherin enqazeke dişibe dema piştî şer. Yek ji van jî Bendava Bêrecûkê ye ku beriya 15 salan li ser Çemê Firatê hat çêkirin. Vê bendavê, Xelfetî ya ji gelek şaristanî û bajarên dîrokî yên bi deh hezaran salî re malovanî kiriye, di binê avê de hişt. Kalên ku li vî bajarê qedîm ê ji Împaratoriya Asûr û Roma re bû paytext emrê xwe derbas kirin, vê bendavê weke 'karesateke mezin û şer' dibînin. Şêniyên herêmê, jiyana xwe ya berî û piştî bendavê nirxandin û destnîşan dikin ku wan zanîbûya jiyana li derveyî Xelfetiyê ewçend zor û zehmet e, ew ê ji malên xwe yên di binê avê de man, derneketibûna. Kalên ku bi hesreta Xelfetiya berê li qiraxa Çemê Firatê bîranînên xwe tînin ziman, jiyana xwe ya berî çêkirina bendê û piştî koçberkirina ji herêmê, ji ANF'ê re vegotin.
‘Diroka me di binê avê de hîştin’
Şerîf Bîlgîn bal kişand ser dîroka Xelfetiyê û got: “Bi Bendava Bêrecûkê re, dîroka bi hezaran salan jî tine kirin. Gelek girik, cihên dîrokî û xirbeyên antîk ên ji dema Asûran û Roma man, ku hînê nehatibûn kifşkirin, di bin navê enerjiyê de tine kirin.”
Şerîf Bîlgîn bi bîr xist ku bendav di sala 2000'î de hatiye çêkirin û got: Bi çêkirina bendavê re, tevîçanda hezaran û yên vê çandê bi rê ve dibin jî tine kirin.”
Bîlgîn bal kişand ser berxwedana Xelfetiyên ku 14 salan li ber xwe dan û got Xelfetiyan barjar, çand û dîroka xwe jî wenda kirin.
Dilsoziya gula reş
Welatiyê bi navê Halîl Unal jî bi bîr xist ku li Xelfetiyê Ermenî, Kurd, Tirkemn, Ereb û Elewî bi hevra dijiyan û got: “Li gundê serê Xelfetiyê Elewî dijiya, li gundê Amara yê li pêşberî wî Kurd dijiyan. Li temamiya Xelfetiyê avahiyên ji keviran hatibûn çêkirin û tê de keda hostayên Ermenî hebû. Kalên me dilsoziya xwe ya bi Xelfetiyê re, mîna ya gula reş dibîne. Çawa ku gula reş nikare li erdnîgariyeke din şîn bibe-bijî, dayikên me jî jiyana li derveyî Xelfetiyê red dikin.”
Extiyar bahsa bîranînên xwe dikin
Muslum Ozal yê 65 salî ku li Xelfetiyê ji dayik bûye û li Xelfetiyê mezin bûye wiha axivî: “Em êdî gelekî li Xelfetiya berê digerin. Berê Xelfetî bihuşt bû. Li qiraxa Çemê Firatê çandiniyeke berhemdar hebû. Gelek fêkî lê şîn dihat. Lê mixabin bendavê, jiyana me tine kir. Ji min re ji bihuştê bexçeyan çêbikin jî, wê têra ji bîrkirina Xelfetiyê neke.”
Ozal got Kalên mîna wî ku emrê wan li Xelfetiyê darbas bûye, nihya tên qiraxê bendavê û bahsa bîranînên xwe dikin gotinên xwe wiha domand: “Bawer bikin; gelek mirovan zanîbûna jiyana li devereke din ewçend zehmet e, wê di malên xwe yên di binê avê de mane biman û bigota, mafên min ê jiyanê heta vê kêliyê ye.”
Dilê min her tim li Xelfetiyê bû’
Mûstafa Gungor ku ji ber darbeya leşkerî ya 1980'ê re neçar ma û ji Xelfetiyê terkeve wiha axivî: Ez ji ber neçariyê ji Xelfetiyê derketim lê belê dilê min her tim li Xelfetiyê bû.”
Gungor got Bendava Bêrecûkê Baxçeyên wan tine kir û xaniyên wan yên dîrokî di binê avê de hiştin.
Gungor desnîşan kir ku yekemîn jîngeha cîhanê ya li giraxa Cemê Firatê di binê avê de hiştin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Xwestin gelên li wir dijîn bê bîr bihêlin. Ez bi xwe 3 mehên her salê têm taxên qiraxê yên Xelfetiya berê ku ji binavbûnê rizgar bûne û li vir dimînim. Ya ku dilê min xweş dike, xaka ku ez lê çêbûme û mezin bûme ye. Naxwe, nikarim bijîm.”
FERHAT ARSLAN/ANF/XELFETÎ