ERDOGAN ALAYUMAT

MA/MELETÎ

Dewleta Tirk li Kurdistanê bi polikayeke sîstematîk cihên dîrokî yan bi destê xwe xera dike yan jî dihêle ku xera bibin. Yek ji wan jî keşîşxaneya dîrokî Çiyayê Dêrê ya li Meletiyê ye ku hindik maye bi temamî xera bibe.

Keşîşxaneya dîrokî Çiyayê Dêrê ya li Meletiyê ji ber xemsariya rayedarên bajêr û kesên li defineyan digerin, hindik maye bi temamî hilweşe. Keşîşxane niha bûye wargeha tiryakkêş û berdûşên bajêr.

Keşîşxaneya Çiyayê Dêrê ya Meletiyê, ya li gorî qeydên fermî weke Çiyayê Mûşar, li borî gelê herêmê weke Çiyayê Dêrê û li gorî hin kesan jî weke Çiyayê Abdulvahap tê zanîn, ji ber xemsarî û êrîşên defînegeran bûye kavil. Ji Çiyayê Dêrê mirov hemû xweşikî û menzereya Meletiyê dibîne.

Keşîşxaneyeke dîrokî ye

Li gorî hin dîrokçeyan Qralîtiya Komagene Keşîşxaneya Çiyayê Dêrê çêkiriye. Lê li gorî hin kesan jî ji serdema Urartuyan ve hatiye avakirin û li gorî hin dîrokçeyên din jî keşîşxane eydê serdama Împaratoriya Roma ya Rojhilat e. Keşîşxaneya ligel hemû texrîbatan karî heya roja me ya îro bimîne, niha jî bûye cihê defînegeran.

Tu qîmet nedan

Wêneyên Hezretî Îsa û Dayika Meryem ên bi keşîşxanê ve ji cihên wan hatine rakirin, goristana li kêleka keşîşxaneyê û sarinca avê hema bêjê tune bûne. Em derbarê mijarê de bi rojnameger Cûmalî Uyan peyivîn û me jê agahiyên têkildarî keşîşxanê girtin. Uyan, dibêje ku di warê dîroka herêmî de, keşîşxane xwedî girîngiyek mezin e û wiha diaxive: “Ji salên 70’î ve keşîşxane nehatiye restore kirin. Ji bo restorekirina keşîşxaneyê gelek hewldan hatin kirin. Lê îradeya siyasî û rêveberiyên herêmê tu qîmet nedan van hewldanan.”

Tu agahiyek zelal û zanist tuneye

Uyan, dibêje gava ew di sala 1979’an de Midûrê Tûrîzm û Danasîna Bajêr bûye, wî ji bo lêkolîna herêm û qadê gelek pêşniyar kirine û wiha dipeyive: “Lê kesekê tu eleqe nîşanî vê yekê nedan. Derbarê dîroka keşişxaneyê de tu agahiyek zelal û zanist tuneye.”

Dikarin gelek tiştan bikin

Uyan, dide zanîn ku divê keşîşxaneya dîroka ya li serê Çiyayê Mûşar, bê restore kirin û dibêje: “Dikarên vê derê ji bo tûrîstên herêmî û biyanî vekin. Ji bo avakirina binesaziyê, dibe ku hinek mesrefa dewletê lê biçe û herêmê ji tûrîzmê re vekin. Lê nakin.”