Wan ji bo Ermeniyan bajarekî girîng e û di nava bajaran de yê ku herî zêde Ermenî lê dijîn bû. Li navçeya wê Miksê Keşîşxaneya Saînt Georges li cihekî 2 hezar û 400 metroyî bilind ava ye û di nava şikefetekê de hatiye çêkirin. Keşîşxaneya ku di ser çêkirina wê de bi sedan sal derbasbûne, bi heybeta xwe hîna li ser piyan e. Keşîşxaneya ku di hundirê şikeftê de hatiye çêkirin di warê mîmariyê de nirxekî girîng e. Keşîşxane li aliyê bakurê çiyayê Agirofê hatiye çêkirin, ji bo di bin aşûtê de nemîne li ser cihekî 2 hezar û 400 metroyî bilind û li ser kozikekê hatiye çêkirin. Ji ber ku keşîşxane li ser rêya çûn û hatinê hatiye çêkirin her tim ji hêla gelek misilman û xiristiyanan ve tê ziyaretkirin. Keşîşxane bi navê "Pouthkouvank" jî tê nasîn. Ligel ku dîroka çêkirina wê bi awayekî rast nayê zanîn jî tê texmînkirin ku di dema qraliyeta Arzdrûnîen de hatiye çêkirin. 


Ji destpêka sedsala 14´an ve weke navend tê nasîn 

Keşîşxane li gorî nvivîsên destên ên di dîroka 1317'an de hatine nivîsandin û li Muzeya Brîtîsh tê pêşandan di sedsala 14'an serdema qraliyeta Vaspurakanê de wekî navenda çandê û dibistanê tê nasîn. Di sedsala 15'an de dibistan hatiye girtin lê xebatên wê dewam kirine. Aliyê wê yê Jamatunê sala 1601'an hatiye restorekirin. Keşîşxaneyê heta sala 1915'an ev heybeta xwe parastiye û yek ji navenda îbadetê bûye. Di serdema qirkirina Ermeniyan de keşîşxane hatiye wêrankirin û niha ji hêla kesên li xezîneyê digerin hatiye wêrankirin. Ligel vê wêrankirinê jî hîna pêşiya keşîşxaneyê zexm e. Welatiyên herêmê bang li rayedaran dikin da ku keşîşxane were restorekirin û ji bo gelê xiristiyan li îbadetê were vekirin. 


'Kurd û Ermenî bi hev re dijiyan'

Endama Meclîsa Şaredariya Miksê ya DBP'yî Ehdînur Elbîr diyar kir ku Miks ji bo xiristiyanan cihekî gelekî girîng e. Elbîr da zanîn ku li Miksê heta qirkirina Ermeniyan, gelê Ermen û Kurd bi hev re di nava biratî û aştiyê de dijiyan  û wiha axivî: "Piştî qirkirina ermeniyan bi taybetî dêr û keşîşxane hem ji hêla pergalê ve û hem jî ji hêla kesên li xezîneyê digerin hatine wêrankirin. Li herêma me dêr û keşîşxane cihekî girîng digirin. Dêr û keşîşxane dewlemendiya me ya dîrok û çandî ye. Xwedîderketina ev cihên dîrokî peywireke me ya sereke ye. Di aliyê olî de dêr cihên îbadetê ne û cihên îbadetê jî warên pîroz in."


‘Keşîşxaneyê restore bikin'

Elbîr da zanîn ku ev herêm wekî Geliyê Dêra Arincê tê nasîn û got, avahiyeke gelekî modern e. Elbîr anî ziman ku li ser keşîşxaneyê gor hene û di van goran de kesên ku ji bo xiristiyaniyê gelek ked dane, hatine definkinin. Elbîr ji bo restorekirina keşîşxaneyê ev bang kir: "Ez ji vir bang li cemaata xiristiyanan û hem jî li rayedarên dewletê dikim. Em dixwazin ev keşîşxane bigihêje heybeta xwe ya berê û ji bo vê jî divê were restorekirin. Em alema xiristiyan vedixwînin Miksê da ku delaliya xwezaya vir bibînin."


BEDRAN BABAT / ÎDRÎS YILMAZ / DÎHA / WAN