Kesk çû sor û zer hat
Bi payîzê re rengên xwezayê bi carekê pirr dibin, diguherin, heta ku kirasê zivistanê li xwe dike ev reqsa hanê ya rengan dewam dike. Ev jî para bêhtir bi hişkbûn û weşiyana pelên daran re elaqedar e. Baş e çima pel rengên xwe diguherin?
Sedem pirr besît e; ji ber ku roj kin dibin, pelên daran hindiktir klorofîlê hildiberînin û paşê hew hildiberînin. Klorofîl jî rengê wan ê kesk ê bihar û havînan dide daran. Êdî kava keska ku di nava pelên daran de ya herî darîçav e, namîne, pîgmentên rengên din derdikevin meydanê û xwe nîşandidin.
Pîgmentên ji wan re karotenoîd tê gotin rengên zer û pirteqalî derdixin holê, herçî sor e bi xêra wan pîgmentan e ku ji wan re antosiyanîn tê gotin. Axir keska wan kêm dibe, zer, sor û pirteqaliya wan zêde dibe, belê giya keskê li dîmen temam dike. MÛŞ