Li Friedbergê ku bajarekî eyaleta Hessenê ye li Elmanyayê, xizmeta agirkujiyê doh surprîzek kir ji zarokan re. Wê maşîneke xwe ya agirkujiyê ji parka bajêr a bi navê Seewiese re şand. Tevî agirkujekî hoste û gelek şagirtan, bi sê xortuman, wan hem zarok di kela germa havînê de hênik kirin û hem jî li ber tavê ji wan re keskesor çêkirin. Kêf, ken û qarewara zarokan jî xelata zarokan bû ku dan xizmeta agirkujiya Friedbergê.
FRIEDBERG