Li Şirnexê ciwanê bi navê Welat Ocun bi hezkirineke mezin karê destan dike û ji bo kevneşopiya bajarê wî ji holê ranebe, bê navber dixebite.
‘Xeyala min bû’
Ciwanê bi navê Welat Ocun ji zarokatiya xwe ve xwestiye keştiya Hz. Nûh çêke û anî ziman ku cara yekemîn bi hezkirin û lêkolîna wî ya demdirêj dest bi vî karî kiriye. Ocun da zanîn ku çêkirina keştiya Nûh di zarokatiya wî de di xeyala wî de bûye û li ser vê yekê wî biryar daye ku keştiya Nûh çêbike. Derfetên çêkirina keştiyan jî, sala 2013’an ketin destê wî.
‘Ev 2 sal in ez dixebitim’
Ocun anî ziman ku wî di zarokatiya xwe de, pirtûkek li ser dîroka Şirnexê û çîroka keştiya Nûh xwendiye û vê yekê gelek bandor li wî kiriye û weha peyivî: “Li ser vê yekê, ez fikirîm. Min got ez ê bikarim dest bi çêkirina keştiya Nûh bikim. Ji ber vê yekê jî min dest bi çêkirina keştiyan kir. Ji ber sedema lêkolînê, ez du mehan çûm perwerdehiya karê hunerî. Ev yek jî bû sedema ku ez lezê bidim xeyalên xwe.”
Çiyayê Cûdî
Ocun got, “pêwîst e ez çiyayê Cûdî û ajalên di keştiya Nûh de çêkim. Ev du sal in ez li ser keştiya Hz. Nûh dixebitim. Xeyala min ew e ku ez keştiyê çekim û weke sembola Şirnexê di semîneran de nîşanî gel bidim û bajarê xwe çanda xwe ligel bidim nasîn.
Ocun li ser rewşa dîroka keştiya Nuh jî agahî dan û weha pê de çû: “Keştiya Nûh û çiyayê Cûdî ji bo gelê Şirnexê xwediyê cihekî taybet e. Li Cûdî destanên Egîdan hatine nivîsandin. Çiyayê Cûdî bêguman navenda dilê tevahî Şirnexiyan dagir dike.”
OMER ÎKE / ROJNEWS/ŞIRNEX