Îlham Ehmed li ser destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê got, “Ev beşek ji pîlana dewleta Tirk a xwegihandina sînorên Împaratoriya Osmanî ye û ji bo vî pîlanê xwe li Lîbya, Misr û Bakurê Efrîkayê DAÎŞʼê ji nû ve dixe nava liv û tevgerê. BÊRÎTAN SARYA ANF/QAMIŞLO Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed destwerdana Tirkiyeyê ya li Lîbyayê, krîza li Lîbyayê, daxuyaniya Elmanyayê ya têkildarî hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê, 6’emîn civîna bilind a Astanayê û rewşa li Idlibê şirove kir. Îlhamê bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên ew weke qaşo ’bê pirsgirêk’ bi nav dike, lê belê bi dewletan hemûyan re bûye xwedî pirsgirêk, nexasim jî bi Yekîtiya Ewrûpayê re pirsgirêkên xwe yên ciddî peyda bûne. Bi welatên Ereb re jî bi navê ‘Îslamê’ xwest têkiliyên baş deyne, lê belê ev yek jî li gorî daxwaza wan nemeşiya. Ji ber ku li Sûrî piştgirî da komên çete û yên DAÎŞ’ê. Îlhamê îşaret bi emel û armancên dewleta Tirk ên Osmaniya nû kir û dagirkerî û destêwerdana wê ya li qada Lîbya û Efrîkayê şirove kir û got; “Dewleta Tirk ji Tirkiyeyê heta Lîbyayê sînorên nû yên deryayê çêdike. Bi vî rengî dixwaze pêşî li gaza xwezayî û petrola diçe Ewrûpayê bigire. Ev yek dewletên Yekîtiya Ewrûpayê û dewletên Ereban nerehet dike. Li sînorên Osmanî vedigere Dewleta Tirk dixwaze li Rojhilata Navîn û dinyayê serkêşiyê ji tevgerên ‘Îslamîʼ re bike. Projeya xwe ya tevgerên Sûnî Îslamî heye. Heta niha Erebistana Siûdî pêşengî ji vê blogê re dikir. Bloka Şîa jî heye ku Îran serkêşiyê jê re dike. Tirkiye dixwaze serkêşiya vê blokê ji Erebistana Siûdî bistîne. Li ser vî bingehî dest li dewletan û van koman werdide. Dewleta Tirkiyeyê bi projeya bloka Sûnî Îslamî dixwaze li sînorên Împaratoriya Osmanî vegere. Lewma armanca Tirkiyeyê ne tenê bidestxistina petrol û gazê ye, her wiha dorpêçkirina welatên Ereb û Ewrûpayê ye. Dixwaze li sînorên Împaratoriya Osmanî vegere. Tirkiye dixwaze li dinyayê bibe yek ji welatên mezin ên hegemonîk. Mîna Rûsya, Emerîka û Çînê dixwaze bibe yek ji welatên mezin ku li dinyayê di nava pêşbirkê de ye. Dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan xwedî projeyeke bi vî rengî ya dagirkeriyê ye. Ji ber vê yekê li gelek deveran bereyên xwe afirandiye. Dixwaze li ser dewletên Ewrûpa û Ereb bi bandor be, bi vî rengî li dinyayê hegemonya xwe ava bike û li pêşiya berjewendiyên dewletên din bibe asteng. Nêta rastî ya Tirkiyê tê dîtin Tirkiye û Rûsya destpêkê ji bo Lîbyayê di nava pêşbirkê de bûn. Piştre li hev kirin. Dû re jî gelek welatên Ewrûpayê mîna ku nû pê hesiyan ku tifaqa li wir li dijî berjewendiyên wan e. Fêhm kirin ku dor li wan tê girtin Yewnanistan û Qibris ketin nava liv û tevgerê û sînorekî nû yê deryayê destnîşan kirin. Helwesta li dijî Tirkiyeyê tund bû. Fransayê pêşengî ji vê yekê re kir. Fransayê ji Tirkiyeyê xwest ku helwesta xwe eşkere bike. Ragihand ku ew ji Operasyona Gardiyana Deryayê ya li Rojhilatê Derya Spî vekişiya ye. Dema ku Tirkiyeyê israr kir ku ber bi Sîrteyê ve bi pêş ve biçe, ku bajarekî bendera petrolê ye, ev yek ji bo dewletan hemûyan bû rîskeke mezin. Bi taybetî ji bo Misrê û dewletên Ereb. Van dewletan fêhm kirin ku nêta rastî ya Tirkiyeyê xwegihandina sînorên Împaratoriya Osmanî ye. Li qadên ku Tirkiye dikevê DAÎŞ ji nû ve dikeve nava liv û tevgerê. Li Lîbya, Misr, Bakurê Efrîkayê DAÎŞ ji nû ve ketiye nava liv û tevgerê. Ev rewş ji bo Misrê metirsiyeke mezin e. Em dibînin ku Misr ji ewlehiya xwe bi fikar tevdigere. Ji ber vê yekê jî ragihand ku Sîrte ji bo wan xeta sor e. Piştî vê daxuyaniyê rojên dawî li Lîbyayê derbên giran li Tirkiyeyê hatin xistin. Dengê nerazî bilind dibin Tirkiye niha ber bi qadeke mayinkirî ve hatiye dehfdan û li mayinan diqelibe. Bi giştî em dibînin ku dewletên Ereb li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê helwest nîşan dane. Her çend bi rengekî giştî nebe jî dewletên Ewrûpayê jî li hemberî vê projeya dagirkeriyê xuya dike. Em di wê baweriyê de ne ku nerazîbûna di şexsê Fransayê de hate ragihandin helwesta piraniya dewletên Ewrûpayê ye. Hinek dengê xwe bilind dikin, hinek jî yekser dengê xwe bilind nakin. Elmanya dibîne Tirkiyê dibe tehlûke Tirkiye li Elmanyayê bi rengekî cidî rêxistiniya xwe dike. Li mizgeftan rêxistiniya xwe dike. Li Elmanyayê xeta Îslamiya cîhadî pir geş dibe, pêşengiya vê jî Tirkiye dike. Ev rêxistiniya Tirkiyê talokeyeke cidî tîne ser ewlehiya Elmanyayê. Dewleta Elman ji bo vê dibîne helwesteke cuda tê.