Gerîlayê HPG’ê Letîf Bulut (Rênas Tolhildan) berî roja 31’ê Tebaxê li navenda bajarê Şengalê di pevçûnek ligel çeteyên DAIŞ’ê de rastî êrişa sûîqastî hat û di encamê de şehîd bû. Duh cenazeye wî li gundê Kolka yê çiyayê Şengalê li Goristan Şehîd Dilgeş bi merasimekî leşkerî hat veşartin.

Cenazeye Şehîd Rênas doh sibehê bi karwanekê ji herêma Amûdê anîn Goristan Şehîd Dilgeş. Li goristanê merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Di merasîma leşkerî de yek ji fermandarê HPG’ê yê herêma Şengalê Egîd Kelar axivî û wiha got: “Heval Rênas ji bo azadiya Kurdistanê li ser axa Kurdistanê şehîd bû. Heval Rênas salekê bi awayekî çalak di berxwedana Şengalê de cihê xwe girt û rol girt. Di vê salê de mîneka berxwedanê nîşan da. Bi qehranî di pevçûnekek li navenda bajarê Şengalê de û di encama sûîqastekê de şehîd bû.” 

Piştî axaftinên Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Kelar cenazeyê gerîlayê HPG’ê Letîf Bulut li Goristana Şehîd Dilgeş a li gundê Kolka dirûşmeyan ji aliyê hevalên wî yên têkoşînê ve hat oxir kirin.  


 ROJNEWS/ŞENGAL