Hêzên ewlekariyê yên Iraqê, ku pêr Balafirgeha Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ‘ê derxistin, li rojavayê Mûsilê bi pêş ve diçin.  Fermandarê operasyona ‘Va em hatin ey Nînowa’ Ebdulemîr Yarella diyar kir ku hêzên Dij-Terorê ketin taxa Memunê ku yekem taxa rojavayê Mûsilê ye ku hêzên Iraqî dikevinê. Yarella di heman daxuyaniyê de kontrolkirina temamê balafirgeha navdewletî ya Mûsilê jî piştrast kir.  Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku êdî hêdî hêdî nêzî taxa Teyran jî dibin.  Hêjayî gotinê ye ku Berpirsê Polîsên Federal Raîd Şakir Cewdet jî balafirgeha Mûsilê hatiye kontrolkirin û hêzên Iraqî jî berê xwe dane yekem taxa Mûsilê. Yarella agihand ku di operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê de 20 wesayitên bombebarkirî hatin teqandin û 120 mayin ji hatine rûxandin. 

Iraqê li Sûriyê li DAIŞ’ê xist

Di dema ku operasyona li Mûsilê didome de Serokwezîrê Iraqê Haydar El Abadî ragihand ku hêzên Iraqê yên hewayî çeperên DAIŞ’ê yên li aliyê sînor ê Sûriyê bombebaran kirine. Abadî raghand ku bi operasyona hewayî wan bersiva êrîşên DAIŞ’ê ên li Bexdayê dane. Abadî ragihand ku hêzên wan di operasyona hawayî de hedefên li herêmên Elbû Kemal û Huseybe hatine xistin.  


 MÛSIL