Gelek muzexaneyên mezin û navdar bi krîza ji ber şewba vîrusa koronayê meydana xwe ya vîrtuel mezin dikin. British Museum ji bo vê hem gelek berhemên xwe dîjîtal kirin, hem jî di ser Google Street View ya di Nexşeya Googlê de 60 galeriyên xwe li xelkê vekirin.
Di vê serdema şewba vîrusa koronayê de ku li gelek welatan derketina derve yan hat qedexekirin yan jî hat sînordarkirin, gelek çalakiyên çandî hatin betalkirin, hin muze hewl didin bi rêya reklama derfetên xwe yên gera vîrtuel yanî xeyalî ya li ser înternetê, bikin ku xelk biçe serdana wan. Yek ji van jî British Museum e.
Wê gelek galeriyên xwe qismî dîjîtal kirine û vê pêlê reklama wan dike. Yek ji van jî kitêbxaneya melikê Asûrê Aşûrbanîpal e. Di vê kitêbxaneyê de keval hene ku behsa entrîka û sirrên li qesrê dikin, yên li ser wan şiir û derman hatine nivîsîn hene. Bi temamî em behsa 30 hezar kevalî dikin. Û di nava wan de mirov dikare hinan ji nêv ve jî bibîne. Yek ji wan jî li ser Newrozê ye. Li ser vê kevala 2 hezar û 600 salî tenê dinivîse, “şev û roj bi qasî hev dirêj bûn”.
Pêşangeha online bi 7 hezar berheman
Yek ji galeriyên wê yên ku derfeta gereke vîrtuel didin, ya serdema rohnîbûnê ye. Ev galerî li qismê herî kevin ê muzexaneyê ye. Tê de vazoya ku Giovanni Battista Piranesi restore kirî heye, ew dîzayna xwe peykerên antîk tîne cem hev, heta dixe zik hev.
Wekî din pêşangehên muzexaneyên ên online jî bi reklamê tên danasîn; halê hazir di pêşangeha online 7 hezar parçeyên şûnwaran dikarin bên dîtin.
Li ser Google Street View
Muze wekî din pesnê xwe bi wê yekê dide ku li ser Google Street View ya ku di nexşeya Googlê de ye, mekanê sergirtî yê herî mezin e. Erê, hûn dikarin di ser Google Mapsê li nav 41 odeyên muzexaneyê bigerin; di van odeyan 60 galeriyên muzexaneyê hatine bicihkirin.
Di odeya 41ê de jî galeriya Sir Paul û Lady Ruddock heye; dîrokeke 700 salan li vir hewandiye; ji 300’î piştî mîladê heta bi hezarî piştî mîladê dîroka ewrûpî li vir tên nîşandan.
Zarok ji bîr nekirine
Muzeyên zarokên dibistanê jî ji bîr nekirine û ji bo zarokên 7 ta 11 salî derfeta wêneyên tam ên objeyên xwe amade kirine; zarok dikarin hem li wan binihêrin û hem jî wan li kompûterên xwe bar bikin. Axir ev yek derfetan jî nîşan dide ka muzexaneyên din jî çawa xwe dikarin bigihînin bêhtir mirovan û berhemên diparêzin nîşanî bêhtir kesan bidin.
LONDON