Çalakiyên hefteya çandê ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn hatine organîzekirin, bi şahiyekê li gundê Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê dest pê kir.

Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê bi armanca vejandina çanda Efrînê û têkbirina planên dewleta Tirk û çeteyên wê ku hewl didin çanda herêmê tine bikin, çalakiyên hefteya çandê dan destpêkirin.

Çalakiyên hefteyê bi şahiyekê li çiyayê Leylûnê li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dest pê kir.

Bi sedan şêniyên navçeya tevlî şahiyê bûn. Cihê şahiyê bi alavên kevin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Piştî rêzgirtinê, rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê Rûmet Beko axivî û anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, Efrîn dagir kir û her cureyên binpêkirinên mafan li wir dikin, da ku çanda herêmê tine bikin.

Govend û dîlan geriyan

Rûmet Beko dest nîşan kir ku armanca hefteyê vejandina çand û kevneşopiya herêmê ye û hêvî kir ku di demeke nêzîk de li Efrînê vegerin.

Piştî axaftinê, Koma Şehîd Silava a Stranan bi stranên xwe yên şoreşgerî li gel tilîliyên dayikan beşdar coşandin.

Her wiha koma Şehîd Viyan Soran ya govendê jî bi dengê def û zirneyê dilanên xwe pêşkêş kirin.

Şanoyek hate pêşkêşkirin

Paşê jî, şanoyeke bi navê “Dil û Mejî” hate pêşkêşkirin. Mijara şanoyê; derketina şêniyên Efrînê ji ber êrişên Tirkiyeyê ber bi kantona Şehbayê ve bû. Di dawiya şanoyê de, vegera li war pêk tê.

Di dawiya çalakiyê, koma “Serdem” a zarokan stranên şoreşgerî gotin, beşdaran jî govend gerand. Şahî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

EFRÎN