ŞÊRÎN ZÊREVAN / JINNEWS / QAMIŞLO
Kevana Zêrîn dê beşdarî 4’emîn Mihrîcana Komîngeha Şanoyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe, bi vê armancê, Koma ‘Teatra Sara Baran’ a Kevana Zêrîn a Herêma Cizîrê, kara xwe dike da ku 3’ê Nisanê şanoya xwe li vê Mihrîcanê pêşkêş bike.
Koma şanoyê ya bi navê ‘Teatra Sara Baran’ ya Kevana Zêrîn ya Herêma Cizîrê beşdarî 4’emîn Mihrîcana Komîngeha Şanoyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe. Vê Mihrîcanê doh (27’ê Adarê) dest pê kir û heta 7’ê Nîsanê jî wê bidome. Koma Kevana Zêrîn jî di 3’ê Nîsanê de wê Şanoya xwe pêşkêş bike. Şanoya koma ‘Teatra Sara Baran’ ya Kevana Zêrîn wê şanoya ‘Biyanî’ ku ji aliyê nivîskarê Îtalî Dario Fo û hevjîna wî Franca Rame ve hate nivîsandin û li bajarên cîhanê hatiye pêşkêşkirin, li ser dikê bi gewde bikin. Bi vê armancê jî gelek kes bi vê şanoyê û haziriyê wê mijûl bûne.
Şanoya li ser azadiya jinê
Têkildarî mijarê şanogerên komê derbarê haziriyên xwe û beşdarbûna Mihrîcanê de axivîn.
Beraa Husên diyar kir ku haziriyên wan berfireh in ji bo beşdarbûna Mihrîcana Şanoyê û wiha peyivî: “Ev Şano xwedî wate û girîngiyekê ye, ji bo wê, me pir hazirî kir ji bo ku em beşdarî Mihrîcanê bibin. Mijara lîstika me ya şanoyê azadiya jinê û daxwazên bidestxistina mafê xwe dipejirîne, loma em pirr bi heyecan in ji bo pêkşêşkirina vê lîstika şanoyê.”
Zelal Mûsa jî got, “Ev şeş meh in ji bo vê şanoyê em haziriyê dikin, hêviyên me hene ku kesên li vê lîstika me ya şanoyê temaşe bikin, kêfxweş bibin û biecibînin.”