LÎLAV ELÎ / ANHA / ŞEHBA
Jinên Kevana Zêrîn ku niha li Şehbayê xwe bi rêxistin kirine, kar û xebatê xwe didomînin.
Piştî ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê herêma Efrînê û navçeyên we dagir kirin, gelê Efrînê neçar ma berê xwe bide Şehbayê. Û paşê di kampan de hatin bicihkirin. Gel di nava şert û mercên zor de jî dest ji xwebirêxistinkirinê bernedaye. Navenda Çandê ya Kevana Zêrîn ku xebatên xwe li Şehbayê didomîne fikrên xwe anîn zimên.
Endama Kevana Zêrîn ya herêma Efrînê Bêrîvan Dodex anî ziman ku jin her di warê jiyanê de afrîner e û li kû dibe bila bibe xwe bi rêxistin dike. Bêrîvanê anî ziman ku îro jî jinên Efrînê tevî hemû şert û mercan li Şehbayê bi karê xwe radibin.
Zend û bend vemalîne
Berîvanê anî ziman ku wan tu carî dest ji xebatên xwe neberdane û got: “Piştî gel di kampên li Şehbayê de hate bicihkirin Kevana Zêrîn dest bi kar û xebata xwe kir. Endamên Kevana Zêrîn ku li Efrînê kar û xebata xwe dikirin li hev kom bûn û gelek perwerdeyên wênexêziyê, stran, govend û mûzîkê bi rê ve birin. Bi taybet jî ciwan, zarok û jin tevlî van perwerdeyan bûn. Hemû komên ku tên perwerdekin wê di demên pêşde ji bo xebatê bên amadekirin.”
Dest ji kar bernadin
Rêveberiya Rêxistina Kevana Zêrîn Newroz Silêman jî anî zimên ku tu carî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê nekaribin îradeya jinên Efrînê bişkînin û wiha peyivî: “Her xwestin bi êrîşên xwe jinan hedef bigirin lê bi ser neketin. Ji ber ku jinên Efrînê xwedî îrade û rêxistin in em wek kevana Zêrîn li kampa serdemê me dest bi kar û xebata xwe ya ku mer berê li Efrînê dida meşandin kir. Em dê xebata xwe her bimeşînin.“
Werin Kevana Zêrîn
Newrozê diyar kir ku wan gelek kes bi perwerde kirine û wiha pê de çû:“ Ez bang li hemû jinan dikim ku berê xwe bidin Kevana Zêrîn û tevlî kar û xebatê bibin. Da ku zarokên wan çand û dîroka xwe nas bikin.”