Erbane yan jî def, di cîhanê de wekî ensturmaneke herî kevn û dîrokî ya mûzîkê tê zanîn. Ji aliyê gelek netewan ve hatiye bikaranîn. Li Bakurê Kurdistanê jî li herêma Serhed û Botanê, jê re dibêjin def. Li herêmên Xerzan û Amedê jî jê re dibêjin erbane. Li Asyaya navîn, Ewropa, Amerîka, Afrîka û Rojhilata dûr defê di kombûn û ayînan de cîhekî taybet girtiye. Def, di nav civakê de bi armancên cihê hatiye bikaranîn. Di şîn û govendan de, di şer û şahiyan de, di meş û çalakiyan de, ev enstruman hatiye bikaranîn. Def, demeke dirêj di bin bandora dîn de maye. Her çiqasî dîroka wê ne bi tenê dîrokekê dînî be jî, heta beriya bi 30-40 salan weke enstrumaneke dînî dihate nasîn. Herî zêde tê zanîn ku def enstrumaneke sereke ya mûzîka kurdî ye û mirov nikare defê ji çanda Kurdan cuda binirxîne.


'Def bi serê xwe çandeke mezin e'

Xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê Menîce Kuday, wateya defê ya ji bo Kurdan nirxand û diyar kir ku def ji bo gelê kurd enstrumaneke pîroz e. Kuday wiha dirêjî da axaftina xwe: "erbane enstrumaneke wisa ye ku di xwe de hestên gelek xûrt hewandine. Defê heta niha xwe di nav dîrokê de parastiye û îro em dikarin bibêjin ku şahîdê dîrokê ye. Gelek netewan jî ev enstruman bikaraniye. Lê herî zêde li ser axa Mezopotamyayê hatiye bikaranîn. Heke mirov behsa defê bike, nikare enstrumanên mûzîkê yên din ji defê qût bike. Def bi serê xwe çandeke mezin e. An jî mirov nikare defê ji muzika kurdî cuda binirxîne. Muzîka kurdî bi defê xwe temam dike."

'Def amûreke evîndariyê ye'

Kuday, anî ziman ku îro herî zêde zarok xwedî li defê derdikevin û da zanîn ku xwedî derketineke ji vê mezintir tine. Kuday, wiha axaftina xwe domand: "Ev amûra pîroz û razdar li ser hest û ramanên mirovan gelek bandorê dike. Ne amûrek e ku kesek weke hobî bi kar bîne. Divê li gorî pîroziya wê mirov nêzîk bibe. Bandora defê li ser ruhê mirovî gelek zêde ye. Dîsa dengê defê dengekî xwezayî ye. Zarok gava defê digirin destê xwe, def dibe wek parçeyekî wan û bi erbaneyê re dibin yek. Hestên erbaneyê digirin ser xwe. Ev xwedîderketina zarokan jî mirovî kêfxweş dike. Erbane enstrumaneke evîndariyê ye. Divê mirov bi evîndarî nêzîkî defê bibe." Kuday pêwistiya parastina defê anî ziman û li tevî ciwanan banga parastina enstrumana erbaneyê ya pîroz kir.

'Derwêş gund bi gund digeriyan'

Xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê Nûrullah Tatar jî bi defê ve girêdayî li ser jiyan û dîroka derwêşiyê nirxandin kir. Tatar, diyar kir ku ji biçûkatiya xwe û vir de di nav jiyana derwêşî de ye û wiha got: "Bapîr û mezinên derwêşan ji Bexdayê hatine. Derwêş piyekî wî diçe heta Şêx Evdilqadîrê Geylanî. Em wek derwêşan jî gava diçûn aliyê Mûş, Wan û Agiriyê li kuderê çemekîû mêrgek hebû me xwedanî dikir. Hingê, derwêşan gund an jî mal nedixwestin. Bi tenê erbaneya wan hebû. Gel jî wê demê gelek qedr û qiymet dida wan. Erbane amûreke gelek kevn û girîng e. Gava derwêşan li ser xaniyan li erbaneyê dixist, welatî li dora wan kom dibûn her kesî tiştek dida wan. Bi wan erzaqan jî debara xwe dikirin. Qasê hefteyekê li gundekî diman û piştre diçûn gundekî din. Derwêş wiha gund bi gund digeriyan."



MEHMET CURAN/DIHA/AMED