Li ser lewheyeke kîlê ya nû vedîtî, 13 ristên destpêkê yên Odysses a Homer hene. Wezareta çandê ya Yewnanistanê da zanîn ku 10´ê Tîrmehê li nav xirbeyên li Olîmpiyayê wan lewheyeke kîlê dîtiye ku li ser wê 13 rêzên destpêkê yên Odysses a Homer nivîsandî ne. Ji sala 2015´an heta bi 2017´an wezareta çandê ya Yewnan û lêkolînerên Elman lêkolîneke jeo-arkeolojîk dikirin li hawîrdora perestgehgeh û navendên dînî yên li Olîmpiyayê. Ev lewheya behsa wê tê kirin di nava parçeyên gelek kevir û prîkêtên ji serdema Romayê mayî de hatiye dîtin û ne di nava xirbeyên serdema Yewnanistana antîk de. Lêkolîner bawer dikin ku ew beriya sedsala sêyem a piştî mîladê hatibe nivîsandin. Lêkolîner bi her halî nikarin yekser elaqeyekê di navbera perestgeha Olîmpiyayê û vê tableta kîlê de heta niha deynin. Ji yên piştî xwe hinekî guhertî ye Lêkolîner didin zanîn ku ev 13 rêzên destpêkê yên pirtûka 14´an ên Odysses ku kevintirîn parçeyên ji Odysses in, diyar e hinekî ji versiyonên piştî xwe guhertî ye. Lê ew naxwazin ti agahiyên bi detay bidin, ji ber ku lêkolîna metin hîna dewam dike. Di pirtûka 14´an de Odysseus digihîje welatê xwe Îthaka piştî rêwîtiyeke deh salan ango piştî beşdarbûna şerê Trûwayê û bi xizmetkarê xwe Eumaeus re dipeyive ku wî nas nake. Wisa tê bawer kirin ku helbestkar Homer beriya mîladê di sedsala 8´an de Odysses nivîsandibe ku ji 12 hezar rêzan pêk tê. ATÎNA