Di pêşangehê de Hevseroka kantonê Hediya Yûsiv û Serokên hemû desteyên kantonê jî di navê de gelek welatiyên kantonê amade bûn. Deriyê pêşangehê ji aliyê dayîkên cangoriyan ve hat vekirin. Di pêşangehê de Berpirsê Giştî yê Şunwarên Kantona Cizîrê Rûstem Ebdullah axivî û îşaret bi girîngiya dîrokê kir di afirandina jiyana îro de. Piştî axaftinan gel li nava pêşengehê geriyan û li tablo û berheman tameşe kir.


Bi pêncî tabloyan teswîra şûnwaran

Derbarê vekirina pêşangehê de endama Desteya Hawirdorê Hêvîn Şêxo agahî dan û got: ''Ev pêşangeh ji bo pênasekirina şûnwarên Kantona Cizîrê ne. Ev karekî berfereh e ku me çêkir; qederê 50 tabloyan me pêşkêş kirin. Armanca me ew e ku nifşê nû ji civaka me dîrok û rastiya xwe nas bikin û şaristaniya li vir nas bikin û vekirina wê di roja 18'ê Gulanê weke dilsoziyekê bi şehîdên me re ku ji bo parastina vî gelî û dîroka wî û şaristaniya wî canê xwe feda kirine. Ev pêşangeh wê heta 3 rojan dewam bike û li bajarên din ên kantonê jî wê pêşangeh bê vekirine û hêviya me ew e ku gelê me serdana pêşengehên me bike û van şûnewaran nas bike.'' 


 ANHA/QAMIŞLO