ZEYNEP TURGUT/DÎLAN BABAT/ŞÛJIN/BEDLÎS


Li navçeya Xelatê kevirên kewkê yên xwedî dîrokeke kevnare bi xweşikbûna xwe navçeyê dixemilînin û destûrê nadin ku li navçeyê avahiyên beton bilind bibin.

Navçeya Xelatê bi kevirê xwe yên kewkê bi nav û deng e û bi van keviran tê nasîn. Xelatê heta niha ji bo gelek şaristaniyan malovanî kiriye. Xelkê Xelatê her tim ji bo parastina xwe malên xwe ji kevirê kewkê ava kirine. Ev kevirên ku xwedî taybetmendiyeke buhagiran in tenê li Xelatê peyde dibin. Ev kevir berê ji çiyayê Nemrudê hatine derxistin. Hîna jî li vê navçeyê hemû mal bi van keviran têne avakirin. Her wiha kevirên kewkê ji bo berhemên dîrokî ku tên çêkirin û restorekirin jî tên bikaranîn.

Goristanên ku aîdî Selçuqiyan in, kumbet, hemam û pirên Xelatê bi van keviran hatine çêkirin. Kevirên kewkê ji rengê sorê tarî, reş û spî pêk tên. Malên ku ji van keviran tên avakirin, zivistanê germ in û havînê jî hînik in.


‘Ev kevir xweşikbûnek cuda didin navçeyê’

Dayika Miyaser Gûneş a ku bi salane li Xelatê dijî, da zanîn ku kevirê Xelatê ji dîrokê heta îro hatine û got “Kevirên Xelatê xwedî dîrokeke kevnar in. Di dîrokê de gel hem xwe bi van keviran parastiye hem jî ji boyî gel bûne çavkaniya debarê. Tê gotin ku 7 şaristanî ji xelatê derbas bûne. Çiqas şer, pêvçûn dijwar bûne û mirov hatibin qetilkirin jî têkiliya mirovan ji hev cuda nebûye, lê bi saya van keviran gel debara xwe kiriye û têkiliya wan a bi hev re zêdetir bûye. Li Xelatê hemû xanî bi van keviran hatine avakirin. Niha jî Hejmara malên ji betonê hatine çêkirin li Xelatê pirr kêm in.”